Meclîsa Îştar a Mexmûrê beşdarî pêngava azadiyê bû

Meclîsa Îştar a Wargeha Mexmûrê ragihand ku ew piştgiriyê didin pêngava ‘Ji Abdullah Ocalan re azadî, ji pirsgirêka Kurd re çareseriya siyasî’ û diyar kir ku bi têkoşîna jinan a hevpar wê azadiya fîzîkî ya Abdullah Ocalan mîsoger bibe.

Mexmûr - Kampanyaya ‘Ji Abdullah Ocalan re azadî, ji pirsgirêka Kurd re çareseriya siyasî’ ya ku di 10’ê Cotmehê de li ser asta cîhanî hatibû destpêkirin, dewam dike. Meclîsa Îştar a wargeha penaberan a Mexmûrê bi daxuyaniyek ragihand ku ew piştgiriyê didin kampanyaya “Ji Abdullah Ocalan re azadî, ji pirsgirêka Kurd re çareseriya siyasî” û di daxuyaniyê de hat diyarkirin ku berxwedana Rêberê Gelê Kurd Abdullah Ocalan ya li Îmralî dimeşîne wê teqez serbikeve û bi têkoşîna hevpar ya gelên azadîxwaz azadiya fîzîkî ya Rêberê Gelê Kurd Abdullah Ocalan mîsoger bibe.

Daxuyanî li ber deriyê Saziya Malbatên Şehîdan hat dayîn. Beriya daxuyanî bê dayîn ji bo cangoriyên azadiyê deqeyek rêz hat girtin û piştî rêzgirtinê daxuyanî ji aliyê Endama Koordînasyona Meclîsa Îştar a Mecmûrê Xantûr Kara ve hat dayîn.

Daxuyanî wiha ye:

‘Tecrîd û êrişên dewleta Tirk li dijî gelê Kurd veguheriye êrişên qirkirinê’

“Em hemû kesên beşdarî vê pêngavê bûne, silav dikin. Tecrîd û êrişên ku dewleta Tirk li dijî Rêber Apo didomîne, li dijî hemû Kurdan veguheriye êrişên qirkirinê. Jin a ku yekemîn çîn, zayend û mêtingeriyê ye ku zext lê hatiye kirin îro bi îddîayeke mezin li hemberî pergalên mêrserwer serî hildaye û ev bi saya ked û hewldana mezin a Rêber Apo pêkhatiye. Di şexsê jinên Kurd de tecrubeya jiyana ku ji mirovan dest pê kir û di nav civakê de belav bû a niha îlhamê dide tevgerên jinan ên li cîhanê. Ji ber vê em pergala tecrîda li ser Rêber Apo wekî gefeke li ser azadiya jinên Kurd dibînin. Polîtîkayên tecrîd û îzolasyonê yên li Îmraliyê, li dijî hebûna me gefek e. Rêber Apo ji bo şertên di nav de digot ‘Ez nikarim bêhnê bistînim’, em guherandina van şertan wekî pirsgirêka xwe ya hebûnê dibînin. Em careke din îddîaya xwe ya pûçkirina polîtîkayên tecrîd û îzoloasyonê diyar dikin.

‘Rêber Apo bi paradîgmaya xwe koletiya bedenî veguherand lêgerîna azadiyê’

Rêber Apo 25 sal in li Îmraliyê li dijî faşîzm û hêzên hegemonîk berxwedaneke bêhempa dimeşîne û bi paradîgmaya ku pêş xistibû, koletiya bedenî veguherand lêgerîna azadiya ku sînoran derbas dike. Asta azadiya fikrî û evîna heqîqetê ji xwe da destpêkirin û wî kariye bide her jin, çîna bindest, ciwan, tevgerên civakî û her mirovên ku li hemu aliyên cîhanê li ber xwe didin. Ne mêtîngerî, ne faşîzm û ne jî hegemonan nekarîn pêşiya azadiya ji Îmraliyê bilind dibe, bigirin. Em jinên Kurd vê yekê têr nabînin û em ê azadiya fîzîkî ya Rêber Apo mîsoger bikin.

‘Fêmkirina Rêber Apo tê wateya avakirina paradîgmaya azadiya jinê’

Her roja dîlgirtinê tê wateya giranbûna şer, komkujî, kaos û neçareseriyê. Her roja dîlgirtin û tecrîdê tê wateya sazî û bicihbûna faşîzma li Tirkiyeyê. Lewma kampanya û têkoşîna ji bo azadiya fîzîkî ya Rêber Apo ne tenê karê gelê Kurd e, her wiha karê bingehîn ê hêzên demokratîk û dijberên faşîzmê ye. Fêmkirina Rêber Apo tê wateya pêkanîna azadiya fîzîkî û avakirina paradîgmaya azadiya jinê û pûçkirina komploya navneteweyî ye. Pêwîste ev komploya ku li dijî şoreşa Kurdistanê pêk hatiye ku di esasê xwe de li dijî şoreşa jinê ye, divê bê fêmkirin ku ev tecrîd li dijî jinan tê pêkanîn û di vê astê de bersiv were dayîn.

‘Divê em weke jin bi biryardarî li dijî vê tecrîda li dijî mirovahiyê têbikoşin’

Gelê Kurd, jinên Kurd û hêzên dijî sîstemê li hemû cîhanê bi taybet li Kurdistanê ji bo azadiya fîzîkî yê Rêber Apo her tim çalakiyan lidar dixin û ev çalakiyên dîrokîne xwedî wateyek girînge. Lê ji bo em vê komploya herî berfireh a dîrokê bi temamî têk bibin û azadiya fîzîkî ya Rêber Apo mîsoger bikin, divê em hêza xwe ya seferberiyê hîn zêdetir bikin. Bi taybetî jî weke jin divê heta azadiya fîzîkî ya Rêber Apo bi ser bikeve li qadan bin, pêşengtiya pêngava hatî destpêkirin bikin û her qada jiyanê veguherînin qada têkoşînê. Divê em li her derê û di bin her şert û mercî de tecrîda mutleq a qirkirinê û azadiya fîzîkî ya Rêber Apo bixin rojevê û bi biryardarî li dijî vê tecrîda li dijî mirovahiyê, jin û gelê Kurd derbikevin û dijminê qirker têk bibin, têkoşîna xwe berfirehtir bikin.

‘Divê em paradîgmaya Rêber Apo di her qada jiyanê de ava bikin’

Li ser vê bingehê em weke jinên wargeha penaberan a Şehîd Rustem Cudî Mexmûrê bang li tevahiya gelê Kurd, bi taybetî jin û ciwanan, dostên xwe û hemû hêzên li dijî sîstemê dikin ku ji bo pêkanîna azadiya fîzîkî ya Rêber Apo û pêşxistina civaka azad, paradîgmaya demokratîk, ekolojîk û azadîxwaziya jinê li her qada jiyanê ava bikin û bi rihê çalakiyê yê bênavber têkoşînê geş bikin û ji bo bicihanîna wê bi dil û can bixebitin.”

Daxuyanî bi dirûşmeyên ‘Bijî Serok Apo’, ‘Bê Serok Jiyan Nabe’ û ‘Jin Jiyan Azadî’ bi dawî bû.