‘Em ê li benda siberojê nebin, em ê jiyana azad îro ava bikin’

Konferansa Ciwanan a Cîhanê ku ji aliyê 95 sazî û tevgerên ciwanan ve li Parîsê hat lidarxistin, di roja 3’yemîn de bi deklarasyonekê bi dawî bû.

Navenda Nûçeyan – Konferansa Ciwanan a Cîhanê ku ji aliyê 95 sazî û tevgerên ciwanan ve li Parîsê hat lidarxistin, di roja 3’yemîn de bi deklarasyonekê bi dawî bû.

‘Ciwanbûn lêgerînê heqîqetê ye’

Rêgez û helwesta deklarasyona Tora Ciwanên Dîrokê Dinivîsin wiha ye:

Weke ciwanên cîhanê, her wiha bi giştî mirovahî, em îro bi qeyranekê pergalê ya herî dijwar re rûbirû dimînin. Karesata ekolojiyê roj bi roj girantir dibe, şer li her deverî gur dibin, netewperestî û tevgerên faşîst li seranserî cîhanê belav dibin. Ji bo têrkirina birçîbûna xwe qezenca zêde, pergala kapîtalîst a kûrewî jîngehê hildiweşîne û mirovatiyê ji bingeha xwe ya jiyanê bêpar dihêle. Encamên wê yekê li herderê hem nava jiyanê, hem jî li derdora me tê dîtin û hîskirin: tecrîda civakî, kuştina jinan, xizantî, azar, şîdet û karesatên xwezayê. Em di cîhanekê xwedî felaket û karesatên dijwar de mezin dibin, lê rastiya heyî ku pêşkêşî me tê kirin em qebûl nakin. Îro li cîhanê ciwan xwe birêxistin dikin û ji bo pêşerojekê baştir têkoşînê dikin. Ciwanî ji bo me tê wateya lêgerîna heqîqetê, lêgerîna dinyayekî din û pêşerojekê azad. Em bi bawer û bi biryar in em ê xwe bigihînin vê armancê. Heger em mudexeleyê qeyranê nekin, wê kî mudaxle bike? Heger em ji niha ve destpê nekin, em ê kengî bikin? Li ser vê bingehê em di çarçoveya insyatîfa ‘Ciwan Dîrokê Dinivîsin’ hatin cem hev, da ku têkoşîna hevpar li ser bingeheke hevbeş pêş bixînin.

Mafê xweparastin û xwerêvebirinê ya her kesî heye

Em dixwazin bi hev re nîqaş bikin, xwe perwerde bikin û xwe bi rêxistin bikin. Ji ber vê yekê, weke 400 ciwan ji 40 welatan û 95 rêxistin, tevger û partiyan em diyar dikin:

1. Çareseriya qeyrana heyî ya cîhanî encex ji derveyî pergala kapîtalîst û bi avakirina cîhanekî nû, demokratîk û bi edalet dikare were pêkanîn.

2. Ji bo xwe gihandina vê armancê yekitiya tevahî hêzên demokratîk şoreşger û dij-sîstemê di astekê cîhanî de pêwîst dike. Weke ‘Ciwan Dîrokê Dinivîsin’ em li ser bingeha rêzgirtina hevpar ji bo dewlemendî û cudahiya rê û rêbazên me yên rêxistinbûn, têkoşîn û kevneşopiyên siyasî xebat dikin. Em ji bo pêşxistina yekitiya tevahî têkoşîn û berxwedanên li cîhanê ku di nava nakokiyekê esasî bi pergala desthilatdar de ne kar dikin.

3. Rêgeza me ya sereke ya rêxistinî ‘yekitî di cihêrengiyê de’ ye. Bala me li ser rêgez û armancên me yên hevpar e, her wiha hevbeşiya me ya esasî dijbertiya kapîtalîzmê ye. Di heman demê de em cih ji ferq û cudahi, nêrîn û rêbazên cuda di teorî û pratîkê de dihêlin.

4. Pratîka me ya hevpar li ser bingeha enternasyonalîzmê pêş dikeve. Em dizanin ku cîhanekî din encex bi riya têkoşînekê hevpar a tevahî gelên bindest û azadîxwaz dikare pêş bikeve. Em yekitiya gelan weke nirxekê esasî ya insiyatîfa xwe digirin dest.

5. Em li hemberî hemû cureyên zordestiyê, her wiha li hemberî kapîtalîzm û îdeolojiya wê lîberalîzmê, ku civakê li ser esasî destgirtinekê sexte ya ‘azadiyê’ parçe dike û ferdpersetiyê pêş dixîne, li dijî zilamsalarî û talankirina xwezayê, tunekirina jîngehê têdikoşin. Em bi hev re li hemberî zayenperestiyê, nîjadperestiye û hemû şêwazên zordestiyê li ser bingeha zayend, nasname, ol, astengî, ziman û netewî disekinin.

6. Di têkoşîna li hemberî her şêwazî dagirkerî û mêtingeriyê de em yek in. Her civakek xwedî mafê rewa yê xweparastinê ye. Di vê çarçoveyê de yek ji erkên sereke yên enternasyonalîst a ciwanan ew e ku li hemberî politîkayên emperyalîst ji welatên me tên birêvebirin derkevin û têkoşînekê mezin bidin meşandin. Em mafê her gelekî ya xwe birêvebirinê diparêzin û piştgiriya xwe bi tevahî gelên bindest, bi taybetî gelê Filistîn û Tevgera Azadiya Kurdistanê radigihînin.

7. Em faşîzmê weke dijminekî esasî ya mirovahiyê pênase dikin û mezinbûna tevgerên faşîst û paşverû weke xeterî û metirsiyekê esasî li ser jiyanekê aştiyane û pêşeroja civakên xwe dibînin. Wek insiyatîfa ‘Ciwan Dîrokê Dinivîsin’ em bi biryardariyekê ji pola li gel hemû têkoşînên antî-faşîst disekinin.

8. Ciwan di her civakekê de beşa herî dînamîk in û hêza guhertin û veguhertinê ne. Misogeriya nûbûna têkoşîn û tevgerên me, bi rêxistinbûna xweser a ciwanan li ser bingeha îrade û hêzbûna serbixwe mumkin e.

9. Em bi xurtî li kêleka gelên têkoşer disekinin û piştgiriya xwe bi hemû têkoşînên şoreşger re radigihînin. Em herêmên rizgarkirî û herêmên xwedî rêveberiyên xweser ji Abya Yala heta Rêveberiya Xweser ya Bakur Rojhilatê Sûriye û Şengalê, Çiyayên Azad ên Kurdistanê, kelhên berxwedanê yên tevgerên rizgarî û antî-emperyalîst li Asya, her wiha têkoşînên rizgariya netewî li Ewropa û têkoşîna berdewamî li dijî mêtingerî û neo-kolonyalîzm li Afrîka weke eniyên pêşî yên mirovatiya azad dihesibînin. Parastina wan destkeftiyên têkoşînên, her wiha parastina destkeftiyên dîrokî erka û berpirsyartiya me hemûyan e.

10. Gava ku ji aliyekî ve desthilatdarên vê dinyayê bi awayekî koordînekirî li hemberî me dikevin tevgerê, agahî û îstixbaratê ji bo tasfiyekirin têkoşînên azadiyê bi hevdû re parve dikin û di astekê navnetewî de li pey hêzên muxalîf û şoreşger dikevin, tevgerên me piranî caran ji hev cuda û perçeyî dimînin. Hêzên desthilatdar tevî hemû nakokiyên di nava hev de jî di vê çarçoveyê de bi awayekî koordînekirî tevdigerin, ji ber vê jî piştgiriya navnetewî û hevgirtinê ji bo me jî şertekê esasî ye. Tevgerên me li ku derê di bin êrîşê de bin em ê piştgiriya hev bikin. Em ê ji bo azadiya hemû girtiyên siyasî yên şoreşger bixebitin. Di çarçoveya kampanya cîhanî ji bo azadiya fizikî ya Rêberê Gelê Kurd Abdullah Ocalan, ku di 10’ê Cotmehê 2023’yan de dest pê kir, em beşdarbûna xwe û piştgiriya daxwazên kampanya ‘Ji Abdullah Öcalan re azadî,  ji pirsgirêka Kurd re çareseriya siyasî’ radigihînin.

‘Em ê jiyana azad ava bikin’

Ji vir û şûn de wê hevgirtina me li ser bingeha van 10 xalan pêk were. Dibe ku şêwazên me yên fikirandinê û rêbazên me ji hev cuda bin. Çand û zimanên me jî ji hev cuda ne. Hinek ji me ji tevgerên mezin, hinek ji me ji tevgerên biçûk hatine. Lê em ferq û cudahiyên xwe wek astengi li pêşiya xwe nabînin. Em cihê rengbûna xwe weke dewlemendiyekê girîng dibînin. Li ser vê bingehê em dixwazin nîqaşên xwe pêş bixînin, ji tecrubeyên hev sûd werbigirin, ji hev tiştên nû fêrbibin û hêza xwe mezin bikin. Ferq û cudahiyên me hêza me ye, wê nebe sedema lewazbûna me, wê li ser rêya me ya hevpar hêzê bide me. Di bingeha wê de dijberiya me li hemberî kapîtalîzmê û îsrara me di mirovahiyê ye. Rûbirûyê qeyrana pergalê, geşbûna şer, felaketa ekolojiyê, kolekirina jinan û pergalekê ku dixwaze mafê me yê jiyanekê bi rûmet ji me bistîne, ferq û cudahiyên me divê li pêşiya me nesekinin. Wek ciwanên roja me ya îro berpirsyartiyekê me beramberî dîrokê heye. Em ê li benda siberojê nebin, em ê jiyana azad îro ava bikin. Û em bi biryar in ji bo vê têkoşînê bilind bikin.

‘Avakirina jinayekê alternatîf têkbirina kapîtalîzmê ye’

Ev cîhan û mirovatî xwedî pêdiviya ciwantiyekê xwedî îrade, hêz, rêxistinkirî, ji xwe bawer û redîkal e. Pirsgirêkên heyî di çarçoveya pergala kapîtalîst nikarin werin çareserkirin, lêgerîna çareseriyan di hindirê qefesa pergalê bi xwe re tu feydeyê naîne. Kaptalîzim mirovahî aniye ber kendalê. Hebûn û jiyana me bi têkbirina kaptalîzmê û avakirina jiyanekî alternatîf, cîhanekê alternatîf mimkûne.

Encamên ku em ji rewşa heyî derdixînin bi awayekî pir vekirî ji me re nîşan dide ku divê em di demekê herî nêz de bibin hêzekê rêxistinkirî. Yekîtiya ruh û hêz a ciwanan ji bo têkoşînên azadiyê li tevahiya cîhanê pêwîstî û pêdivî ye. Heger di sala 1848’an de Manîfestoya Komunîst, ku heta îro li ser mirovatiyê xwedî bandorê, bang kir: ‘Karkerên cîhanê bibin yek!’  vê demê em jî îro li vê mîrasê xwedî derdikevin û bang dikin: ‘Ciwanên cîhanê bibin yek û bi hev re vê cîhanê biguherînin!’”