Li Îranê jehrîkirina xwendekarên keç berdewam dike

Êrîşên dewleta Îranê ya li ser xwendekarên jin didome, li Ahwazê bi dehan xwendekarên keç ji ber madeyên kîmyewî rakirin nexweşxaneyê.

Navenda Nûçeyan –Li Îranê dîsa jehrîbûna xwendekarên keç kete rojevê di çend rojên borî de bi dehan xwendekarên keç li bajarên Zencan, Îranşehr û Ahwazê bi sedema jehrîbûna bi gaza kîmyewî rakirin nexweşxwenê.

4’ê Mijdarê, dibistana keçan a “Kewser” a bajarê Ahwazê, rastî êrişa kîmyewî hat û bû sedema jehrîbûna bi dehan xwendekaran. Hat hînbûn ku xwendekarên ku ji qaza kîmyewî bandor bûne ji bo dermankirinê rakirin nexweşxaneyê.

Hêjayî bibîrxistinêye ku jehrîkirina xwendekaran  di dema serhildana gelê Rojhilatê Kurdîstan û Îranê a ku bi serhildana “Jin Jiyan Azadî” tê naskirin de zêde bû. Hikumet ji bo ku tola xwe ji serhildanê bigre êrîşî xwendekaran kir. Komara Îslamî di mehên destpêkê de êrişên kîmyewî yên li ser dibistanan red kir û piştre îdia kir ku kesên jehrîbûnê dike xwendekar bixwe ne.