Endamên TJA’yê li Îzmîrê bi jinan re hatin ba hev

Endamên TJA’yê di çarçoveya kampanyaya “Bi Jin Jiyan Azadî’yê ber bi azadiyê ve” li Îzmîrê jin hatin ba hev. Serokwekîla Koma HEDEP’ê Meral Daniş Beştaş diyar kir ku bi çûyîna hilbijartinên xwecihî re divê tifaqa jinan bi hêz bibe.

Navenda Nûçeyan- Tevgera Jinên Azad (TJA) di çarçoveya kampanyaya ku bi dirûşma “Bi Jin Jiyan Azadî ber bi azadiyê ve” daye destpêkirin, li Îzmîrê di taştê de bi jinan hatin ba hev. Çalakiya ku ji aliyê rêxistina bajarê Îzmîrê ya Partiya Gelan a Demoqratîk (HDP) ve hat lidarxistin serokwekîla koma Partiya Demokrasî û Wekheviyê ya Gelan (HEDEP) Meral Daniş Beştaş, parlamentera Îzmirê Burcugul Çubuk û gelek aktivîstên TJA’yê beşdar bûn.  

Di çalakiyê de pankartên “Bi jin, jiyan, azadî ber bi azadiyê ve” hatin bilindkirin û dirûşmên “Jin, jiyan, azadî” û “Bijî berxwedana jinan” hatin berzkirin. Beriya çalakiyê aktivîsta TJA’yê Şukran Adiyaman axivî û der barê girîngî û wateya kampanyayê de nirxandin kir û diyar kir ku di vê pêvajoyê de wê hevdîtina wan a bi jinan re zêde bikin.

‘Jinên Kurd pêşengiyê dikin’

Piştre serokwekîla Koma HEDEP’ê Meral Daniş Beştaş destnîşan kir ku jinên Kurd di têkoşîna azadiyê de pêşengiyê dikin û wiha got: “Jinên Kurd bi taybetî li Rojava şoreş kir. Hemû cîhan temaşeyî serkeftin û berxwedana jinan a ku li hemberî hovan kir dike. Jin li Tirkiyeyê divê bêyî cudahiya nasnameyan dest didin destên hev û bi hev re dimeşin. Li Tirkiyê desthilatdariyek ku çav berdaye destkeftiyên jinan heye. Jin her dem rastî zextan tên. Bi çûyîna ber bi hilbijartinên xwecihî ve divê em vê tifaqa xwe mezintir bikin.”