Mamostayên bi peyman baykota xwendinê îlan kirin

Îro li Silêmaniye, Helebce, Germiyan û çend herêmên din boykota xwendinê hat ragihandin. Mamoste û fermanberan karên xwe rawestandin û daxwaza dayîna mûçeyê xwe yê ku sê meh in nehatiye dayîn kirin.

Helebce- Îro li dibistanan zengila sala xwendinê ya 2023-2024’an lêda lê belê ev çend roj in mamosteyan ji ber negirtina mûçeyan baykota xwendinê ragihandin.

Çend roj in ku mamoste û fermanber ji ber sê meh in mûçeyên xwe negirtine dest bi baykota karê xwe kirin. Îro jî roja yekem a xwendinê ye lê belê mamosteyên li dibistanên sînorê îdareya Germiyan, sînorê Silêmanî baykota giştî ragihandin û destnîşan kirin ku baykota xwendinê dikin heta ku mûçeyên wan neyê dayîn dê baykota xwe berdevam bikin.

Îro li ber avahiya Rêveberiya Perwerdeya Helebceyê hejmarek mamosteyên bi peyman û Yekitiya mamosteyên Kurdistanê ya Helebceyê xwepêşandan li dar xistin û boykota xwe ragihandin.

‘Heta niha tu sozên ku dane ji aliyê hikumet ve nehatine pêkanîn’

Besoz Hisên ev şeş sal in mamosteya bi peyman e û bi fermî tayîn nebûye got: “Her sal biryarek derdixin û heta niha jî yek ji sozên ku dane ji aliyê hikumet û perwerdeyê ve nehatiye pêkanîn. Em jî li vê derê daxwaza mafên xwe dikin em naçin dibistanê, heta ku daxwazên me neyên bicihanîn, em ê baykotê berdewam bikin.”

‘Mûçeyên me nayê dayîn’

Kelsûm Salih ev pênc sal in mamosteya bi peyman e wiha got: “Em îro ji bo daxwaza mafên xwe li vê derê kom bûne em bi ne bi awayek fermî tayîn dibin ne jî mûçeya me tê dayîn. Ez ji derveyî bajar im û nîv mûçe digrim, bi vê awayî çênabe, heta daxwazên me bi cih neyê em ê baykotê berdewam bikin.”

Di dawiyê de yekitiya  mamosteyên Kurdistanê ya Helebceyê bi mamosteyên bi peyman re baykota xwendinê ragihandin.

Cihê bibîrxistinê ye ku boykota xwendinê li beşek ji fermangehên sînorên Silêmaniyê û ji aliyê fermanberên rêveberiya şarewaniya Germiyan, Bankî Xanûber, Dadgeh, nexweşxaneya giştî ya Kelarê, nexweşxaneya Qelayê, her wiha nexweşxaneya lezgîn a Şehîd Hejar berdewam dikin.