Malbata Elaha Delawarzaî: Li keça me îşkence hatiye kirin
Malbata Elaha Delawarzaî bi nameya ku ji UNAMA re şand diyar kir ku li keça wan îşkence hatiye kirin. Malbatê da zanîn ku divê demildest keça wan a ku ji aliyê Talîbanê ve hatiye girtin were berdan û dan zanîn ku der barê jiyana wê de bi fikar in.

Navenda Nûçeyan- Xwendekara Afganistanî ya beşa tibê Elaha Delawarzaî di Tebaxa 2022’an de peyamek bi dîmen parve kir û diyar kir ku ji aliyê berdevkê berê yê wezîrê karên hindir ê Talîbanê Qarî Saeed Khostî ve rastî tecawizê hatiye, îşkence dîtiye û piştre jî ew neçarî zewacê kiriye.
Malbata Elaha Delawarzaî piştî ku keça wan 54 rojan ji aliyê Talîbanê ve hat girtin nameyek ji komîsyona alîkariya Afganistanê ya Neteweyên Yekbûyî (UNAMA) re şand û dan zanîn ku keça wan rastî îşkenceyê hatiye û daxwaz kirin ku were berdan.
Malbatê di nameya ku ji UNAMA re şandin de diyar kir ku dema keça wan hevpeyvîn daye rojnamevanek Pakistanî piştê wê demê li Pakistanê winda bûye.
Çi bûbû?
Xwendekara fakulteya tibê ya Kabûlê Elaha Delawarzaî peyamek bi dîmen parve kir û diyar kir ku ji aliyê berdevkê berê yê wezîrê karên hindir ê Talîbanê Qari Saeed Khostî ve rastî tecawizê hatiye, îşkence dîtiye û piştre jî ew neçarî zewacê kiriye.
Elaha Delawarzaî diyar kir ku dema di bin çavan de bûye rastî tecawizê hatiye û wiha got: “Gelek li min dan, li wê derê ez rastî tecawizê hatim, ez nizanibûm çi bikim. Piştî ku min ev dîmen parve kir jî kesê min nedît, dibe ku ez bimrim’ bi van gotinan rondikên xwe paqij dike û gotinên xwe wiha bi dawî dike: “Li şûna ku her car bimrim, bila carekê bimrim baştir e.”
Rêxistina çavdêriya mafên mirovan di Îlona 2022’an de ji bo aqubeta Elaha Delawarzaî der barê rewşa tendirustiya wê de bang li dîplomatên navneteweyî kiribû.
Peyama bi dîmen ya Elaha Delawarzaî ev e: