Malbata Şenyaşar: Têkoşîna me heta pêkhatina edaletê dê bidome
Malbata Şenyaşar a di roja 706’emîn de nobetê didomîne peyama; “Kelehên tirsê hilweşiyane, ji sala 2018’an ve, dema ku em rastî komkujiyê hatin ve heta îro em bêdeng nebûn û em ê nebin jî têkoşîna me wê heta heq cihê xwe bibîne bidome” da.
Navenda Nûçeyan-Nobeta Edaletê ya Emîne Şenyaşar a di 14’ê Hezîrana 2018’an de li navçeya Pirsûsa Rihayê hevjîn û du lawên wê ji aliyê xizm û parazvanên wekîlê AKP’î Îbrahîm Halîl Yildiz ve hatin qetilkirin û lawê wê Ferît Şenyaşar ê ji êrîşê bi birîndarî rizgar bû, li pêşiya Edliyeya Rihayê dabûn destpêkirin, di roja xwe ya 706’emîn de didome.
Ji ber ku dawiya hefteyê edliye girtibû, malbatê nobeta xwe ya Edaletê li mala xwe ya Pirsûsê domand. Malbatê di roja 706’an de li ser hesabê xwe yê medyaya dîjîtal ev peyam parve kir: “Piştî erdhejê, gel hemû tişt daye ber çavan diaxive. Kelehên tirsê hilweşiyane, ji sala 2018’an ve dema ku em rastî komkujiyê hatin heta niha, em bêdeng nebûn û em bêdeng nebin, têkoşîna me wê heta heq cihê xwe bibîne bidome…”