AHBAB’ê kon ji Heyva Sor a Tirk kirîn!
AHBAP’ê piştrast kir ku sê roj piştî erdhejê Heyva Sor a Tirk konan firotine wan û wiha hat gotin: “Me tavilê peymana 2 hezar û 50 konan bi Heyva Sor a Tirk re mohr kir û serê sibeha roja din me ji herêmên erdhejê re şandin.”
Navenda Nûçeyan- Di encama erdhejên navenda wê Mereş de zêdeyî 44 hezar kesan jiyana xwe ji dest dan. Ji ber pratîka di pêvajoya erdhejê de, rexneyên tund li AFAD û Heyva Sor a Tirk hatin kirin. Derket holê ku di roja sêyem a erdhejê de Heyva Sor bi bihayê 46 milyon TL kon firotine AHBAB’ê.
AHBAB’ê li ser hesabê xwe ya medyaya dîjîtal daxuyanî da û wiha got: “Di 6’ê Sibata 2023’an de erdheja ku navenda wê Mereş bû, bi giştî 10 bajar jê bi bandor bûn, hemwelatiyên ku ji erdhejê zirar dîtin, ji bo pêwîstiyên wan ên konan werin dabînkirin hemû welat seferber bû. Komeleya me li seranserê welat bi fîrmayên ku konan çêdikin re pêwendî danî. Lê ji ber ku erdhejê bandor li 10 bajaran kir û hilweşîneke mezin hebû, tevahiya stokên van fîrmayan jî têra pêdiviya gel nedikirin. Di wê dîrokê de ew fîrmayên ku em bi wan re ketin nava têkiliyan, gotin bi lez di wê sibehê de ew konên ku em rêbikin herêmên erdhejê nîn in û dan zanîn ku dikarin herî zû hefteyek piştre bişînin.”
Heyva Sor 2 hezar û 50 konên di dest xwe de firot!
Di daxuyaniyê de hat gotin ku li ser vê yekê hevalên wan bi Şîrketa Anonîm a Kon û Tekstîlê ya Heyva Sor re hevdîtin kirine û wiha hat gotin: “Em hîn bûn ku di destên wan de 2 hezar û 50 kon hene. Me jî peymana xwe îmze kir û rojek piştre di danê sibehê de kon şandin herêmên erdhejê. Dê kon ji 2 herêman bihatana. Li Erzînganê 1232 kon (8 TIR) hatin ku ew li Semsûr û Mereşê hatin belavkirin û 918 konên ji Enqereyê hatin jî ber bi Hatayê ve hatin şandin. Kon di 10’ê sibatê de hatin barkirin û di heman şevê de hatin belavkirin.”
‘Dê rapor bi raya giştî re werin parvekirin’
Di berdeewamiya daxuyaniyê de wiha hat gotin: “Piştre me bi AFAD’ê re pêwendî danî û di mijara belavkirinê de ew agahdar kirin. Ji bo konên ku dê 5-6 roj piştre bihatina belavkirin jî me sîparîş dan fîrmayan û ji wan kirîn. Tevahiya hûrgiliyên vê di raporan de hatine qeykirin. Dê ev rapor bi raya giştî re bê parvekirin.”
Serokê Heyva sor a Tirk firotina konan piştrast kir
Piştî derket holê ku Heyva Sor a Tirk di roja sêyem a erdhejê de kon firotine AHBAB’ê serokê Heyva Sor a Tirk Kerem Kinik li ser hesabê xwe yê medyaya dîjîtal firotina konan piştrast kir û got; “Ev yek exlaqî û aqilane ye.”