Li Rojhilat û Îranê serhildanên gel didome
Tevî hemû zextên desthilatdariyê li Rojhilatê Kurdistanê û Îranê gelê ku beşdarî serhildanê bû bi şev kolanan naterikînin.
Navenda Nûçeyan – Serhildana “Jin, Jiyan, Azadî” ku li Rojhilatê Kurdistanê dest pê kir û li seranserê Îranê belav bû, meha xwe ya şeşan li pey xwe hişt. Xwepêşandanên li dijî rejîma Îranê bi şêweyên cuda berdewam dikin. Welatiyên ku daketin qadan diyar kirin ku heta daxwazên wan neyên qebûlkirin dê çalakiya xwe bidomînin.
Gelê ku duh bi şev li gelek bajaran daketin qadan û bi dirûşmeyan agir pêxistin. Xwepêşanderan li ser dîwaran nivîsandin û banga serhildanê kirin. Xwepêşanderan diyar kirin ku heta hikûmet neyê hilweşandin wê çalakiyên wan bidomin.