Malbata Şenyaşar: Em vê Zilmê qebûl nakin

Çalakiya Nobeta Edaletê ya Malbata Şenyaşar di roja 703’yan de didome. Malbatê di çalakiya îro de ev peyama : ‘Em bêdeng neman û em bêdeng nabin, em vê zilmê qebûl nakin’ da.

Riha – Nobeta Edaletê ya Emîne Şenyaşar a di 14’ê Hezîrana 2018’an de li navçeya Pirsûsa Rihayê hevjîn û du lawên wê ji aliyê xizm û parastvanên wekîlê AKP’î Îbrahîm Halîl Yildiz ve hatin qetilkirin û lawê wê Ferît Şenyaşar ê ji êrîşê bi birîndarî rizgar bû, li pêşiya Edliyeya Rihayê dabûn destpêkirin, di roja xwe ya 703’an de didome.

Malbata Şenyaşar li ser hesabê xwe yê medyaya dîjîtal ev tişt parve kir: “Roj roja piştevanî û têkoşîne ye. Eşa me giran e, welat di bin kavilan de ye. Zilm berdewam dike, em bêdeng neman, bêdeng namînin jî. Em vê zilme qebûl nakin.”