Li Şengalê Baxçê Zarokan hat vekirin

Tevna Alîkariya Jinên Êzidî li Serdeştê ya Şengalê ji bo perwerdehiya beriya dibistanê ya zarokan Baxçê Zarokan vekir.

Şengal -Tevna Alikariya Jinên Êzidî ji bo ku zarokên Şengalê bi awayeke bi tendirust perwerde bibin bi piştgiriya Munazemeyên Hoffnungsschimmer û Kleirer Prinz ve Baxçê Zarokan vekir. Tevna Alikariya Jinên Êzidî dê 60 zarokan wê di Baxçeyê Zarokan de perwerde bike. Zarok wê di hefteyê de 3 rojan perwerdeya tip û jimaran bibînin tevahî rojên din jî bi listokên pêşxistina zarokan û ji bo pêşxistina çanda jiyanê wê mamoste xwedî erk bin.

Zaroka bi navê Sinadya qala kêfxweşiya xwe ya ji bo Baxçeyê Zarokan kir û wiha got: “Ez bi avabuna Baxçê Zarplan pir kêfxweşim. Îro dibistana me vedibe em ê her roj werin dibistanê em ê livir bi zimanê xwe perwerde bibînin û em ê ji bo xwe yariyan bilîzin ez dixwazim ku hemû hevalên min werin Baxçê Zarokan.”

Endama Tevgera Azadiya Jinên Êzidî Sêvê Xwidêda ji bo avakirina Baxçê Zarokan kêfxweşiya xwe anî ziman û da diyar kirin ku Bexça Zarokan wê bikare ji malbatan re jî bibe arîkar û wiha domand: “Em bi avabuna Baxçê Zarokan kêfxweş in ji ber wê zarokên me li vir hê bi rêbazên guncav fêrbibin û mezin bibin, perwerdeya dayikê sereke ye, lê perwerdeya berî dibistanê jî wê ji dayikan re bibe arîkar ji ber gelek jin hene kar û xebat dikin lê ji ber zarokên bi temen biçûk hene zehmetiyan dikêşin. Bi saya rewdayê dayik dikarin bi dil rihetî karên xwe bikin.”