‘Em di 4’ê Nîsanê de li Amarayê li benda bi hezaran in’
Hevseroka Navçeya Xelfetiyê ya HDP’ê Fatma Korkmaz got ku hemû amadekariyên ji bo meşa ber bi Amarayê ve ji bo rojbûna Rêberê Gelê Kurd Abdullah Ocalan temam kirine û bang kir ku gel berê xwe bide Amarayê.
MEDÎNE MAMEDOGLU
Riha – 4’ê Nîsanê rojbûna Rêberê Gelê Kurd Abdullah Ocalan ji aliyê gelê Kurd, dostên wan ve li gelek welatan bi çalakiyên cur be cur tê pîrozkirin. Cara yekem di sala 2004’an de meşa ber bi Amarayê ve dest pê kir û tevî gelek astengiyan jî her sal ev meş tê lidarxistin. Îsal jî dê meşa ber bi gundê Amara yê Xelfetiya Rihayê ve were lidarxistin. Li gundê Amarayê ku çend roj in ji bo pîrozbahiyê xebat didomin, şêniyên gund ji bo pêşwazîkirina mêvanan amadekariyên xwe dikin. Ji gelek bajaran bi hatina bi deh hezaran kesan dê li gund gelek şahî werin lidarxistin. Kongreya Civaka Demokratîk, (KCD) Partiya Herêmên Demokratîk (DBP), Tevgera Jinên Azad (TJA), Partiya Demokratîk a Gelan (HDP), hevgirtiyên (MED TUHAD FED) dê amade bin. Her wiha di çarçoveya şahiyê de dê dar werin çandin û gelek çalakî werin lidarxistin.
‘Li tu derê cîhanê tecrîdek wiha tune ye’
Têkildarî meşê Hevseroka Navçeya Xelfetiyê ya HDP’ê Fatma Korkmaz axivî, bal kişand ser tecrîdê û wiha got: “74’emîn roja jidayikbûna birêz Abdullah Ocalan nêz dibe. Birêz Ocalan 24 sal in di bin tecrîdê de ye. Dewlet zagonên xwe yên heyî binpê dike. Du sal in ne bi malbatê re ne jî bi parêzeran re hevdîtin çênebûye. Bi rastî em ji bo jiyan û rewşa wê di nava fikaran de ne. Li tu dera cîhanê û di tu hiqûqa mirovî de tecrîdek wiha tune ye.”
‘Bi astengkirinê nikarin pêşî li me bigrin’
Fatma Korkmaz astengiyên ku di salên dawî ji bo meşê tên derxistin bi bîr xist û da zanîn ku dibe îsal heman tişt werin kirin û diyar kir ku ew ê tevî astengiyan jî hewl bidin meşê li dar bixin û wiha domand: “Ji sala 2015’an ve heta niha her sal pêşî li çalakî û meşê digrin. Di sala 2015’an de bi zedhezaran kes hatin Amarayê. Dewlet ji bo pêşî li meşê bigre hema bibêje hemû hêzên xwe dişîne Xelfetiyê. Ji bo gel neyê Amarayê her tiştî dike. Em dixwazin êdî li vê axê aramî çêbibe û em roja 4’ê Nîsanê bi coş pîroz bikin.”
‘Em li benda gelê xwe ne’
Fatma Korkmaz ji bo meş û şahiyên 4’ê Nîsanê ji gel xwest ku berê xwe bidin Amarayê û wiha got: “Em dixwazin di demek nêz de birêz Abdullah Ocalan jî bi me re be. Em ê îsal jî bi coşeke mezin vê rojê pîroz bikin. Em li Amarayê li benda gelê xwe ne. Bi hatina biharê re her der bi kulîlkan xemiliye. Werin em bi hev re vê coşê hîs bikin. Me hemû amadekariyên xwe kirine û deriyê me ji gel re vekiriye.”