Mahrameh Qadrî ya Efganî: Divê 8’Adarê bibe roja têkoşîna gerdûnî

Mahrameh Qadrî ya Efganî bi wesîleya 8’ê Adarê Roja Jinan a Cîhanê bang li hemû jinan kir ku roja 8’ê Adarê bibe roja piştgirî û têkoşîna gerdûnî.

BAHARÎN LEHÎB

Navenda Nûçeyan – Jinên Efganistanê îsal jî dê roja 8’ê Adarê di bin zextên Talîbanê de pêşwazî bikin. Aktivîsta mafên zarokan Mahrameh Qadrî ku têkildarî 8’ê Adarê ji ajansa me re peyam şand yek ji wan kesan e ber zilma Talîbanê welatê xwe terikandiye. Mahrameh Qadrî ya ku tevî li surgunê ye jî her dem hewl dide dengê gel, jin û zarokên Efganistanê bide bihîstin got: “Îro roja 8’ê Adarê ye, Roja Jinan a Cîhanê û Talîbana bêwijdan bi piştgiriya dewletên xayîn hat ser desthilatdariyê. Jinên Efganî, her roj rastî zext û zilma Talîbanê tên.

‘Jinên Efganî weke xwişkên xwe yên Kurd û Îranî tu car serî netewandin’

Muharrem Qadrî, diyar kir ku jinên Efganistanî dê tu carî serî li ber Talîbanê netewîbin û got: “Jinên Efganî, weke xwişkên xwe yên Kurd û Îranî tu carî serî li dijî zagonên antî femînîst, rêxistinên weke DAIŞ, Talîban, El Kaide û Mollayan serî netewandin. Tevî ku bi girtin, îşkence, înfaz û sûîqesdan re rûbirû man jî heta niha bi awayekî bi biryar têkoşîna xwe didomînin. Ji bo em ji bin fermanên van olperestan rizgar bibin divê ji her derê cîhanê jin werin ba hev û roja 8’ê Adarê bibe roja piştgirî û têkoşîna gerdûnî."