Li Tirbespiyê coşa şahiya 8’ê Adarê

Bi boneya 8’ê Adarê Roja Jinan a Cîhanê, platforma çalakiyên hevbeş yên tevger û rêxistinên jinan li navçeya Tirbespiyê, bi şahiyek 8’ Adarê bi dirûşmeya “Bi vîna jina azad em ê siyasetên qirkirin, dagirkirî û tecrîdê têk bibin” pîroz kirin.

Qamislo- Bi boneya 8’ê Adarê Roja Jinan a Cîhanê, platforma çalakiyên hevbeş yên tevger û rêxistinên jinan, li gundê Dirêcîkê yê girêdayî navçeya Tirbespiyê ya bajarê Qamişlo-Bakur û Rojhilatê Sûriyeyê, şahiya 8’ Adarê bi dirûşmeya “Bi vîna jina azad em ê siyasetên qirkirin, dagirkirî û tecrîdê têk bibin” pîroz kirin.

Şahî bi amadebûna hezaran jin, Rêveberiya Xweser, rêxistin, tevgerên ji hemû pêkhate û herêmên cuda yên Bakur û Rojhilatê Sûriyê, î û saziyên çand û hunerê hat pîrozkirin.

’8’ê Adarê roja berxwedan û têkoşînê ye’

Axaftina destpêkê ji aliyê Berdevka Kongra Star, Rîhan Loqo hat kirin û bal kişand êrîşên li ser herêmên Bakur û Rojhilatê Sûriyeyê her wiha 8 ‘ê Adarê li hemû jinên cîhanê û jinên berxwedêr pîroz kir û got: ”Îro roja berxwedan û têkoşînê ye, di şexsê fermandara mezin Sakîne Cansiz û hemû Şehîdên me di riya azadiyê de bi bîr tînin. Weke tê zanîn ku Rêber Apo ev 25sale tecrîda girankirî li ser tê meşandin, tê xwestin ku Rêber Apo û felsefeya jin jiyan azadî ji hev qut bikin. Planên şerê taybet ji çar aliyan ve dixwazin li ser me ferz bikin, ji bo wê jî em dibînin ku li tevahê Kurdistanê û Rojhilata Navîn êrîşên mezin li ser jinan tê meşandin. Rêber Apo mizgînî da ku sedsala 21’an sedsala azadiya jinê ye, wê gelek serhildanê jinan li Kurdistanê û Rojhilata Navîn bê meşandin. Ji bo wê jî berxwedan û têkoşîneke mezin jin dide meşandin. Şoreşa Rojava bi pêşengtiya jinan mezin bû û em weke jin em ê  hertim têkoşînê bikin û di bin dirûşmeya jin jiyan azadî de berxwedan û têkoşînê bidin meşandin. 8’ê Adarê li tevahî jinên cîhanê pîroz be.”

 Di berdevamiya şahiyê de gelek komên stranan yên Sitêra zêrîn, her wiha Koma Zeyneb Cûdî , Koma dayikan yên stranên folklorî, Hunermend Nisrîn Botan, Koma Sakîne, Koma El-fetariya , Hunermend Necla û Koma kovendê ya Koçerata stran û govendên xwe pêşkeş kirin.

Şahî bi gerandina govendê bi dawî bû.