Jin di Meşa Şevê de tên cem hev

Jin wê vê şevê bi boneya 8'ê Adarê Roja Jinan a Cîhanê li Taksîmê bin. Li Stenbolê ji berk u rawestgehên metroya Taksîm û Şîşhaneyê girtî ne, jin wê cihên cuda bikar bînin.

Navenda Nûçeyan- Jin wek her sal di 8'ê Adarê de li Stenbolê jî Meşa Şeva Femînîst li dar dixin. Ji bo meşê saet di 19.30 de li Taksîmê bang hat kirin.

Li ser vê bangê Walîtiya Stenbolê ragihand ku qereqolên Taksîm û Şîşhane yên li ser xeta metroya M2 ya Yenîkapî-Haciosman ji ber 8ê Adarê wê girtî bin. Di daxuyaniyê de wiha hat gotin: "Li gor biryara Walîtiya Stenbolê qereqola Taksîm a Xeta metroya M2 ya Yenikapı-Hacıosman, ketina Kolana Îstîklalê ya îstasyona Şîşhane û xeta  F1 Taksîm-Kabataş ji roja Înê va girtî ne. 8'ê Adarê saet 14.00'an heta daxuyaniyeke din wesayitên me wê li qereqola Taksîmê nesekinin û rêwîtiya xwe bidomînin."

Ji bo jinên ku dê beşdarî Meşa Şevê bibin ji bilî xetên metroyê cihên cuda bikar bînin, li ser medyaya civakî parvekirin hatin kirin.