Lîstoka ‘Astvar Nader Wazifeshanas’ wê li Kirmanşahê derkeve ser dikê

Lîstoka şano ya bi navê ‘Astvar Nader Wazifeshanas’ ku wê li Kirmanşah derkeve ser dikê, balê dikşîêe ser polîtakayên mêr ên li dijî jinan.

JUAN KERAMÎ

Kirmanşah- Lîstoka şano ya bi navê ‘Astvar Nader Wazifeshanas’ ku derhêneriya wê ji aliyê Mahnoush Mohammadî ve hatî kirin, wê di dîrokên 1-9’ê Tîrmehê de derkeve ser dikê. Di kadroya lîstoka wê Atolya Şano ya Kirmanşah maluvaniya wê bike, Maryam Timurî, Sheena Eshaghî û Elaha Mohammadî cih digrin.

Ji ronîkirina lîstok, dizayna kostum, heta mekyajê û li pişt dikê herî zêde jin cih digrin. Di lîstoka ku derbarê jinek rastî destdirêjiyê hatiye û beriya êrişê û piştre çi jiyan kiriye, balê dikşîne ser polîtakayên mêr ên li dijî jinan. Lîstoka ku  bi felsefeya ‘Jin Jiyan Azadî’ ve hatiye girêdan, weke berhemek ya jinê tê dîtin.