Pirsgirêkên jinan bi lîstika ‘Bireverei’ tên vegotin

Lîstika şanoyê ya bi navê ‘Bireverei’ ku ji aliyê 4 jinan ve tê lîstin û li pişt perdeyê ji aliyê jinan ve hatiye organîzekirin, balê dikişîne ser zextên civaka mêrsalarî ya li ser jinan.

SAHAR KADÎRZADE

Mihabad - Lîstika şanoyê ya bi navê “Birevereî” çîroka çar jinên di civakeke mêrsalarî de vedibêje. Lîstika ku wê di navbera 29’ê Hezîranê û 4’ê Tîrmehê saet 19:00’an de li Amfî Şanoya Mihabadê bê lîstin, gelek mijarên weke xwekuştn, berdan, tundî, xizanî, pirsgirêkên malbatî û tabûyên civakî radixe ber çavan.  Her çiqas di lîstikê de her jinek xwedî jiyanên cuda bin jî, xalên wan ên hevpar bi zextên civaka mêrsalarî re dibin yek.

Derhênerê lîstikê Mohsen Ziyaî ye û senaryoya wê ya Mohsen Tarîmî ye. Di lîstika ku jinên bi navên Fattah Fattahzadeh, Parveen Malekzadeh, Koistan Abdulahi, Glalale Stavand, Roya Fazaal, Azhian Mamkarimi û Atena Malekzadeh dilîzin de, Glalale Stavand wergêr, Rahîm Şerîfyan dîzaynera ronahiyê, Sara Mensûrî dîzaynera poster û broşûrê, Mohsen Ziaei dîzaynera setê û bijartina mûzîkê ye, Nasrîn Chowpanî terzî, Forozan Emînî sekreter û birêvebirê sehnê ye, Kasrî Ziaei wênekêş, çêkera danasînê û rêvebera medyaya dîjîtal e û Masoud Sharifi jî wek rêveberê teknîkî ye.

‘Ev lîstik têkoşîna jinan nîşan dide’

Têkildarî şanoyê nivîskar û aktîvîst Samîra Karimpour ji ajansa me re axivî û diyar kir ku bi performansa xurt a senaryo û lîstikvanan karekî pir xweş derketiye holê û wiha got:

“Weke jinekê min karîbû bi vî karî û performansa xurt a lîstikvanan re baş têkiliyek bikira. Di vê çîrokê de diyardeya telaqê gelek baş tê ravekirin û jin di bin bandora civak û hiqûqê de rastî guhertinan hatiye û ji azadiya xwe hatiye dûrxistin. Di dema ku raboriya xemgîn a van her çar jinan û jiyana wan a li nexweşxaneya derûnî dihat vegotin, tişta ku di rastiyê de hate nîşandan daxwazên wan ên ku ji ber zextên civakî nekarîn pêk bînin. Ev çîrok nîşanî jinan dide ku ji bo jiyana xwe ya azad û azadiya xwe bi dest bixin, divê di hemû ramanên xwe de bi hêz bin û li dijî tabûyên ku hewl didin wan bitepisînin têbikoşin.”