Bi riya stranbêjiyê çanda gelê herêmê diparêze

Hunermend Geşbîn Nebo ya bi stranbêjiya xwe çanda heremê diparêze û vedibêje ji bilî teşwîqkirina jinan ji bo pêşxistina şiyana xwe, bi stranên şoreşgerî û gelêrî hewl dide civakê perwerde bike.

SÎBÎLYA EL-ÎBRAHÎM

Reqa – Li Bakur û Rojhilatê Sûriyeyê tevî hemû êrîşên leşkerî û şerê taybet dewleta Tirk gelek jinên ciwan bi rêbazên cûr bi cûr ji bo parastina ax û çanda xwe di nav tekoşînê de ne. Yek ji wan jinên ciwan jî Geşbîn Nebo ya 19 salî ku ji kantona Firatê ye û li Reqayê dijî û ji bo parastina çanda xwe di nav hewildanan de ye.

Geşbîn Nebo ya ku bi stranbêjiyê çanda gelê heremê vedibêje wiha got: “Bi saya piştgiriya heval û mamosteyên xwe, min di stranbêjiyê de xwe pêş xist û tevli navenda çand û hunerê bûm. Min gelek perwerdeyên deng dîtin, ji ber wê min xwe di warê stranbêjiyê de bi pêş xist.”

‘Stranbêjî rastiya jinan û ruhê xwezayê temsîl dike’

Geşbîn Nebo der barê girîngiya rola jinan di hunerê de, bi taybetî jî stranbêjiyê jî got: “Stranbêjî rastiya jinan û ruhê xwezayê temsîl dike û hebûna jinan di vî warî de cihê kêxweşiyê ye. Bi taybetî jinên di qada şer a li herêmê de mînak e.”

‘Ez hewl didim bi şayana xwe bandorê li nêrîna civakê bikim’

Geşbîn Nebo di berdewamiya axaftina xwe de wiha got: “Ez hewl didim rola jinan di vî warî de aktîf bikim û ji hemû rengan hezkirina stranbêjiyê bidim wan. Hebûna min a li vê derê ji bo hemû jinên ciwan teşwîqek e ku bikevin her karî. Di heman demê de ez hewl didim bi şayana xwe bandorê li nêrîna civakê ya der barê jinan de bikim, li ser bûyeran û herêmên cuda jî gelek xebatên min hene.”

‘Ez bi gotina stranan hestên xwe parve dikim’

Geşbîn Nebo der barê zehmetiyên li pêş de jî ev tişt got: “Weke jineke ciwan dema ku ez derketim ser dikê û min stranan got, pir ditirsiyam lê yek ji wan kesên ku herî zêde cesaretê da min bavê min bû. Stranbêjî ji bo min pir cuda ye û ez pê hestên xwe parve dikim. Stranbêjî di warê diyarkirina çanda gelan û şoreşa herêmê de jî girîng e. Ji ber ku hem bi Kurdî, hem bi Erebî stranan dibêjim, hem jî bi vê yekê hewl didim çanda Reqayê ya herêma Firatê û çanda Kurdî derxim holê.”

Geşbîn Nebo diyar kir ku bi stranên xwe nêrîna civakê ya neyînî ya li ser jinan guherandiye, bi taybetî di warê hunerî de û her wiha bûye jineke ku jinên ciwan teşwîq dike ku jêhatiyên xwe bi pêş bixin.