Stêra Zêrîn bi perwerdeyên ji bo zarokan çand û hûnerê bi pêş dixe

Nêzî 200 zarok û ciwanên Wargeha Penaberan a Şehîd Rustem Cûdî ya Mexmûrê, bi riya dewreya perwerdeya ensturmanên saz, gîtar û erbane yê li Stêra Zêrîn, çand û hunera xwe bi pêş dixin.

NÛPELDA DENÎZ

Mexmûr – Li Wargeha Penaberan a Şehîd Rustem Cûdî ya Mexmûrê, her sal ji aliyê Stêra Zêrîn ve dewreya perwerdeya ensturmanan tê lidarxistin. Îsal jî di 1’ê Hezîranê de ji bo nêzî 200 zarok û ciwanên Mexmûrê dewreyek perwerdeya ensturmanan hatibû destpêkirin. Di dewreyê de perwerdeya ensturmanên saz, gîtar û erbaneyê tê dayîn.

Endama Stêra Zêrîn Zenûra Babat a yek ji mamosteyên dewreya perwerdeya ensturmanan e, têkildarî xebatên perwerdeyê axivî.

Zenûra Babat a di temena xwe ya biçûkatî de dest bi karê hunerê kir û di gelek beşên hunerê yên wek dîlan, stran gotin, qoro û şanoyê de cih girt, niha jî ciwan û zarokên wargeha Mexmûrê perwerde dike. Zenûra Babat, da zanîn ku weke Stêra Zêrîn her sal dewreyên perwerdeya ensturmanê didin destpêkirin û got: “Wekî ku tê zanîn em her sal dewreyên perwerdeyê yên gîtar, saz û erbaneyê didin destpêkirin. Îsal nêzî 200 kes tevli dewreya perwerdeyê bûn. Xwendekarên min ên sazê 115 ne. Em her sal li Stêra Zêrîn perwerde didin destpêkirin. Lê îsal me li akademiya Şehîd Serhed jî dewreya perwerdeyê da destpêkirin. Dewreya perwerdeya me ji sê qonaxan pêk te. Em kesên ku nû fêr dibin, li vê derê perwerde dikin û yên ku sazê dizanin û gihîştine asta herî jor li akademiya Şehîd Serhed perwerde dikin.”

‘Civaka bê huner civakek e kêm e’

Zenûra Babat diyar kir ku ew armanc dikin zarokên Wargeha Mexmûrê di aliyê hunerî de bi pêş bixin û wiha axivî: “Armanca me ya destpêkê, komkirina hejmarek zarok û ciwanan e. Ev yek jî ji bo me pir girîng û cihê kêyfxweşî ye. Armanca me ya din jî ew e ku em dixwazin zarokên wargeha xwe di aliyê hunerê de bi pêş bixin. Ji ber ku rista bingehin a civakê li ser lingan digre huner e. Civaka bê huner, civakeke kêm e. Em dixwazin zarokên me ji çanda xwe dûr nekevin.”

‘Rêjeya tevlibûna perwerdeyê cihê kêfxweşiyê ye’

Zenûra Babat, da zanîn ku îsal ji bo dewreya perwerdeya ensturmanan gelek sêrledan hatine kirin û wiha got: “Weke her sal, îsal jî hejmarek pir zêde zarok tevli bûn. Dema em berê xwe didin rêjeya ensturmanan û rêjeya tevlibûna kesan dibînin ku perwerde pir zêde bûye. Di heman demê de dayik û bav bi destên zarokên xwe digrin û tînin vê derê. Ev yek cihê kêfxweşiyê ye û pir girîng e. Dewreya perwerdeyê pir xweş derbas dibe. Li gorî ku cara yekem tên jî ji ber pir bi daxwaz in zû fêr dibin. Di aliyê fêrbûn û tevlibûnê de pir baş derbas dibe.”

‘Em hewl didin çanda xwe fêrî nifşên pêşerojê bikin’

Zenûra Babat, destnîşan kir ku yekane armanca wan domandina çand û hunera Kurdî ye û wiha axivî: “Yekane armanca me ya ji bo destpêkirina vê perwerdeyê, domandina çand û hunera Kurdî ye. Em hewl didin çanda xwe fêrî nifşên pêşerojê bikin. Li ser gelê Kurd qirkirinek pir berfireh heye û bi taybetî jî di warê çand û hunera gelê Kurd de hewldanên dejenerkirinê hene. Em dixwazin vê rewşê bi riya van perwerdeyan xilas bikin. Bi van perwerdeyan re me li dijî qirkirina çanda Kurdî pêngavek mezin da destpêkirin û bi vî awayî em çanda xwe diparêzin.”

‘Bila ciwanên Kurd xwedî li çanda xwe derbikevin’

Zenûra Babat, di dawiya axaftina xwe de bang li hemû ciwanan kir û wiha got: “Bangawaziya min ji bo hemû ciwanan û bi taybetî ciwanên wargehê ew e ku xwe fêrî ensturmanan, gotina stranan û gelek beşên hunerî yên weke folklore û şanoye bikin û çanda xwe bi pêş bixin. Bila çanda xwe biparêzin û nehêlin were dejenerekirin û pêşî li her cure qirkirinê bigrin.”