Li Zîvala Xezayê 'navbera mirovî' hat dirêjkirin

Di roja dawî ya pevguhertina rehîneyan a di navbera artêşa Îsraîlê û Hamasê de, Hamasê 14 rehîneyan berda û Îsraîlê jî Ahed Tamîmî jî di nav de 30 jin û zarokên di girtîgehan de berda û “navbera mirovî” ya ku berdewam dike, hat dirêjkirin.

Navenda Nûçeyan- Hamasê, di çarçoveya pevguhertina 6’emîn a di roja dawî agirbesta demkî ya di navbera Îsraîl û Hamasê de li Xezayê tê pêkanîn de, 10 rehîneyên Îsraîlî berda. Radyoya Artêşa Îsraîlê, ragihand 10 rehîneyên Îsraîlî yên ku li Xezayê dihatin girtin, teslîmê Komîteya Xaça Sor a Navneteweyî hatiye kirin.

Berdevkê Wezareta Karên Derve yê Qeterê Majîd Al-Ansarî jî diyar kir ji bilî 10 Îsraîlî 4 welatiyên Tayland jî ji aliyê Xaça Sor ve hatine teslîm girtin. Artêşa Îsraîlê, ragihand ku 10 jê Îsraîlî û 4 jê Taylandî 14 kes bi erkdarên Servîsa Îstixbarata Navxweyî ya Şîn-Bet (Şebak) re gihîştine Îsraîlê.

Ahed Tamîmî jî di nava kesên hatin berdan de cih digre

Karwanê Rêxistina Xaça Sor a Navdewletî ku 14 jin û 16 zarokên Filistînî yên ku di çarçoveya peymana pevguhertina rehîneyan de ji girtîgehên Îsraîlê hatin berdan hildigre, gihîşt Şerîa Rojava. Di nav kesên hatin berdan de “keça wêrek a Filistînî” Ahed Tamîmî ya ku piştî 7'ê Cotmehê ji aliyê leşkerên Îsraîlê ve hatibû binçavkirin jî cih girt.

Li dijî mirovên kesên ji girtîgehê derketin pêşwazî kirin êriş pêkhat: Kesek mir û 4 kes jî birîndar bûn

Leşkerên Îsraîlî, bi cipên leşkerî yên zirxî mudaxeleyî piraniya wan ciwan gelê Filistînî yên li Girtîgeha Ofer û bajeroka Betunya ya Filistînê ya li ser rêya Ramallahê kesên hatin berdan pêşwazî kirin kir. Arteşa Îsraîlê, bi bombeyên gazê, bombeyên deng û fîşekên kaûçûk êrîşî kir. Di encama gulebarana bi guleyên rast de ciwanê Filistînî Fadî Mueyîd Ribhî yê 20 salî ji sînga xwe gulê xwar û jiyana xwe ji dest da. Her wiha di êrişê de 4 kes jî birîndar bûn.

Polîsên Îsraîlê li ser malbatên kesên hatin berdan zext pêktine

Li aliyê din, rehîneyên Filistînî yên li Qudsa Rojhilat hatin berdan ji aliyê polîsên Îsraîlê ve birin mala xwe. Polîsên Îsraîlî, li ser malbatên Filistîniyên hatine berdan ji bo "xwepêşandan û pîrozbahî neyên kirin, tenê xizmên pileya yekem pêşwazî bikin û ala Filistînê neyê vekirin” zext pêktîn e.

Benyamin Netanyahu: Rêyek ku em venegerin şer nîne

Ji aliyê din ve Serokwezîrê Îsraîlê Benjamin Netanyahu, di peyama bi dîmen a ku ji aliyê Ofîsa Çapemeniyê ve hat belavkirin de, bi bîr xist ku di çarçoveya lihevhatina bi Hamasê de gelek girtiyên Îsraîlî hatin berdan. Benjamin Netanyahu, diyar kir piştî "navbera mirovî” ya ji bo pevguhertina rehîneyan hat pêkanîn bi dawî bibe, artêşa Îsraîlê ji nû ve êrîşê Xezayê bike û wiha got: "Di demên dawîn de min pirsek bihîst, gelo Îsraîl piştî bi dawîbûna qonaxa pevguhertina rehîneyan, vegere şer an ne? Bersiva min ereyek teqez e. Heta em negihijîn dawî yê, rêyek ku em venegerin şer nîne.”

'Navbera mirovî’ hat dirêjkirin

Artêşa Îsraîlê di daxuyaniya xwe ya nivîskî da ragihand ku "navbera mirovî" ya ku 6 roj in li Zîvala Xezayê berdewam dike, hat dirêjkirin. Di daxuyaniya ku derbarê rojên dirêjkirina “navbera mirovî” de tu agahî nehat dayîn de, wiha hate gotin: “Li ser esasê hewildanên navbeynkaran dê berdana rehîneyan berdewam dike û li gorî şert û mercên çarçovê (lihevkirinê), pêvajoya navber dayîna operasyonan berdewam bike.

Di daxuyaniya nivîskî ya Hamasê de jî, hat diyarkirin biryar hatiye dayîn “navbera mirovî” rojek were dirêjkirin. Qeterê ku di navbera Îsraîl û Hamasê de navbeynkariyê dike jî daxuyaniyek ku “navbera mirovî” piştrast dike, weşand.

Navbera mirovî di 24’Mijdarê de dest pê kir

24’ê Mijdarê, bi navbeynkariya Misir, Qeter û Emerîkayê di navbera Hemas û Îsraîlê de agirbestek ji bo 4 rojan hatibû ragihandin. Di vê çarçoveyê de lihevkirinek hate kirin ku di nava 4 rojan de, di berdêla 50 girtiyên Îsraîlî yên di destê Hamasê de 150 Filistîniyên di girtîgehên Îsraîlê de bên berdan. "Navbera mirovî” û pevguhertina rehîneyan, di 27’ê Mijdarê de di heman şert û mercan de 2 rojên din hat dirêjkirin û duh 10 rehîneyên din ên Îsraîlî û 30 Filistînî hatin berdan.