Li Zivala Xezayê hejmara miriyan gihişt 22 hezar û 185’an

Di êrîşên Îsraîlê yên 88 roj in li dijî Zîvala Xezayê de hejmara kesên jiyana xwe ji dest dan gihişt 22 hezar û 185’an.

Navenda Nûçeyan- Di daxuyaniya nivîskî ya Wezareta Tenduristiyê ya li Xezayê de, der barê êrîşên Îsraîlê yên li ser Zîvala Xezayê de agahî hatin dayîn. Di daxuyaniyê de hat diyarkirin di 24 saetên dawî de 207 Filistînî jiyana xwe ji dest dane û 338 jî birîndar bûn.

Di daxuyaniyê de hat diyarkirin hêzên Îsraîlê di 24 saetên dawîn de li dijî malbatan 15 "qetlîam" pêk anîne û hejmara Filistîniyên ku ji 7’ê Cotmehê vir ve di êrîşên Îsraîlê yên li dijî Zîvala Xezayê de jiyana xwe ji dest dane gihişt 22 hezar û 185’an û hejmara birîndaran jî gihişt 57 hezar û 35’an. Li gorî daxuyaniyê ji sedî 70’ê kesên jiyana xwe ji dest dane jin û zarokan pêkten.

Xwendekar hatin hedef girtin

Wezareta Perwerdeyê ya Fîlîstînê ya li Zîvala Xezayê jî, ragihand ku di nava kesên Şerê Xezayê ya Îsraîlê jiyana xwe ji dest dane de, zêdetirê 4 hezar û 156 xwendekar hene:

"Di êrîşên Îsraîlê de ji 7’ê Cotmehê vir ve 4 hezar û 156 xwendekarên Filistînî şehîd bûn û 7 hezar û 818 jî birîndar bûn: ji 37 xwendekarên jiyana xwe ji dest dane û 282 kesên birîndarbûnê ji Şerîaya Rojava û Qudsa Rojhilat in. Li Xezayê jî 4 hezar û 119 xwendekar hatin qetilkirin û 7 hezar û 536 xwendekar jî birîndar bûn."

Li gorî daxuyaniyê, di êrîşên Îsraîlê ku li Xezayê 221 mamoste û rêveber hatin kuştin de, herî kêm 381 dibistan xisar ditîn an jî hatin îmha kirin.