Jinan piştgirî da Başak Demîrtaş

Rêxistinên Jinan peyamên piştvaniyê li dijî êrişên zayendperest ên li dijî Başak Demîrtaş li ser medyaya dîjîtal parve kirin û diyar kirin ku ji piştevaniyê gavek jî paşve navêjin.

Navenda Nûçeyan- Bavê Hevserokê berê yê Partiya Demokratîk a Gelan (HDP) Salahedîn Demîrtaş, Tahîr Demîrtaş piştî ku jiyana xwe ji dest da, Başak Demîrtaş li ser medyaya dîjîtal rastî êrîşên zayendperest, nefret û heqaretê hat.

Li dijî êrîşên li ser Başak Demîrtaş bi etîketa ‘BaşakDemîrtaşnebitenêye’ gelek kes û rêxistinên jinan peyamên piştevaniyê parve kirin. Komeleya Jinan a Rosayê payama; “Zimanê bi nefret, heqaret û zayenperestî digre nava xwe em şermezar dikin, em ji saziyên eleqedar daxwazin dest ji sekna cot standart berdin û li dijî van êrîşan bi lez bikevin tevgerê.”

TJA: Başak Demîrtaş ji sekna xwe tawîz neda

Tevgera Jinên Azad (TJA) di daxuyaniya nivîskî de diyar kir ku sîstema mêrsalar a hebûna xwe li ser dijminatiya jinan ava dike, di gelek bûyerên civakî de dijminahiyê dike, bal kişand ser polîtîkayên bi gotinên qirêj ên jinan dike hedef û wiha got: “Mixabin piştî wefata rêzdar Tahîr Demîrtaş, hedefgirtina rêheval û hevala me Başak Demîrtaş, bi gotinên derexlaqî hewl didin bitepesînin, ev parçeyek ji vê polîtîkayê ne.” Her wiha destnîşan kir ku Başak Demîrtaş weke jinek bi hêz, li hemberî êrîşên li dijî hezkirî û gelê Kurd tu caran serî netewandiye û ji sekna xwe tu car tawîz nedaye. Di destpêkê de jinên Kurd hemû jinên ku kevir xistine ser riya desthilatdariya mêr, bi Başak Demîrtaş re di nava piştevaniyê de ne. Başak Demîrtaş ne bi tenêye!”

Komîsyona Jinan a OHD: Divê saziyên pêwendîdar berpirsyariya xwe bi cih bînin

Komîsyona Jinan a Komeleya Hiqûqnasên Azadîxwaz (OHD) jî di parvekirina xwe de, wiha got: “Em zimanê tund ê rêxistinkirî û bi zanebûn a zayendperest, heqaret û nefretê ya li dijî Başak Demîrtaş şermezar dikin. Em bang li meqamên pêwendîdar dikin ku li dijî kesên bi polîtîkayên dijminên jinan tevdigerin, berpirsyariyên xwe bi cih bînin.”

Meclisa Jinan a DEM Partiyê: Bi van gotinan nirxên civakê tune dikin

 Meclisa Jinan a Partiya Demokrasî û Wekheviya Gelan (DEM) jî di daxuyaniya nivîskî de diyar kir ku bi gotinên ji rêzê û bê ast, hemû nirxên civakê tune dike û dirizîne; nîşaneya wê rizîbûna civakî ye ku destgilat afirandiye. Di daxuyaniyê de wiha hat gotin: “Dema li dijî desthilatê rexneyeke herî biçûk jî tê kirin, di serê sibehê de bi ser malan de digrin lê li hemberî van êrişan bêdeng in. Lewma em dibêjin ku ev êriş bi zanebûn û birêxistinkirî ne. Sedem û berpirsyarê wê jî desthilat e. Yên ku pişta xwe didin polîtîkayên dijminatiya li dijî jinan û êrişî rêhevala me dikin, kesên li dijî van êrişan bêdeng dimînin divê baş bizanibin ku Başak Demîrtaş ne bi tenê ye.” 

Meclisa Jinan a DBP'ê: Feraseta serwer a mêr jinan hedef digre

Meclisa Jinan a Partiya Herêmên Demokratîk (DBP) jî di daxuyaniya xwe de wiha got: “Feraseta serwer a mêr, di vê nîzama qirêj a ku civakê kişandiye nava xwe de, destpêke jinan hedef digre. Heqaretên zayendperest ên li dijî Başak Demirtaş jî îsbata vê rizandinê ye. Bersiva me ya li dijî vê zimanê zayendperest ê nefretê ku hikûmet bi pêş dixe, têkoşîna me ya jinan a her ku diçe mezin dibe ye.”

Koalîsyona Jinan: Em zimanê zayendperest şermezar dikin

 Koalîsyona Jinan jî Wezareta Edaletê, Wezîra Malbat û Xizmetên Civakî Mahînûr Ozdemîr Goktaş û Wezareta Karên Navxweyî etîket kir û ev peyam parve kir: "Em zimanê zayendperest, heqaret û nefretê yê li dijî Başak Demîrtaş şermezar dikin û bang li meqamên peywendîdar dikin ku li dijî vê binpêkirina mafên mirovan demildest bikevin nava liv û tevgerê." 

EŞÎK: Divê êrîş neyên paşguhkirin

Platforma Jinan a Ji bo Wekheviyê (EŞÎK), di daxuyaniya xwe de wiha got: “Êrîşên li ser medyaya dijîtal ên li dijî Başak Demîrtaş tên kirin, nikarin bên paşguhkirin. Bêcezahiştina êrîşên bi vî rengî yên li dijî jinan tundî û cudakariyê gurtir dike.”