Dê li Swêdê Konferansa ‘Jin Jiyan Azadî’ were lidarxistin

Li paytexta Swêd Stockholmê dê du rojan konferanseke girêdayî berxwedana jinên Îran û Rojhilatê Kurdistanê bê lidarxistin.

Navenda Nûçeyan – Konferansa ku bi sernavê “Jin Jiyan Azadî û Ber bi Şoreşa Jinan ve” dê di 20 û 21’ê Çileyê de bê lidarxistin. Konferansa dê li navnîşana "Utovagen 6, 132 30 Saltsjo-Boo’yê"  pêk were û dê mijarên cuda werin nîqaşkirin. Konferans dê bi performansa  Estêre Mortezaî dest pê bike. Panela ewil wê derbarê rastiya jinan ya dîroka Îran û Rojhilatê Kurdistanê de be.

Moderatora panalê Shîwa Qelwazî ye û di panela ewil de dê kesên weke; Şehîn Nawayî, Farîba Baluch, Sohreh Qanberî, Şehîrzad Arşedî û Haydeh Deraghahî pêşkêşiyan bikin.

Di panela duyem de dê analîza sosyolojîk a serhildana "Jin Jiyan Azadî’yê" bê kirin. Suheyla Şehiryarî wê moderetoriya panelê bike û navên weke; Sumeye Rostempour, Reha Sabet Sarvestanî, Suzan Kerîmî û Sara Efrasîyabî wê weke axaftvan beşdarî panelê bibin.

Piştî her du panelên roja ewil dê 21’ê Çileyê derbasî rûniştina roja duyem bin. Di vê panela sêyem de dê pirsgirêkên jinan û şoreşa civakî bên nîqaşkirin û wê tesîra dînamîkên hundirîn û derve yên li ser şoreşê  jî werin nîqaşkirin.

Nagîn Şeyh el Îslamî dê moderatoriya panela sêyem bike û kesên weke; Bîlqeys Roşen, Rojîn Mûkrîyanî, Sara Kirmaniyan û Nêda Hoşeng dê beşdar bibin.

Di panela çarem û dawî de dê li ser rêyên parastina şoreşa ‘Jin Jiyan Azadî’ û armancên şoreşê pêşkêşî werin kirin. Ewatef Asadî dê moderatoriya panelê bike û kesên weke; Elah Sedîr, Ferîba Burhan Zehî, Roza Sabet û Meryem Fethî dê pêşkêşiyan bikin.

Kesên ku dixwazin beşdarî konferansê bibin dikarin bi rêya vê e-mailê  bikevin têkiliyê: [email protected]