Li Zahîdanê gel li qadan bû: Banga yekîtiyê hat kirin

Gelê Belûcî vê hefteyê jî piştî nimêja înê daketin qadan û daxwaza berdena girtiyên siyasî kirin.

Navenda Nûçeyan – Serhildana Jin Jiyan Azadî ya piştî ji aliyê hêzên Îranê ve qetilkirina jina Kurd Jîna Emînî di îlona 2022’an de destpê kir hê didome. Rûxmê hemû astengiyên hezên Îranê gelê Belûcîstanê piştî nimêja înê li diji hikumetê dirûşm berz kirin û bi daxwaza berdana girtiyên siyasî û rûxandina Komara Îslamî  daketin qadan.

Banga yekîtiyê 

Di çalakiyê de dirûşma “Bimre Hamaney”, " Bila girtiyên siyasî bên berdan" û "Dema yekîtiyê, dem dema şoreşê" qîr kirin û pankartên bi nivîsên "Yekîtiya Îranê, Şoreşa Azadiyê”, “Kurd, Belûç û Azerî, Azadî û Wekhevî” hildan. Xwepêşandanan li dijî rejîma darvekirinê banga yekitiya gelên Îranê kirin.

Piştî qetilkirina Jina Emînî û di dema lêpirsînê de li ofîsa şefê polîsê Çabeharê Îbrahîm Kuçzeyî destdirêjiya li keçeke Belûç a 15 salî, welatiyên Belûç ên li Zahedanê her roja Înê û piştî ku nimêja înê li Mizgefta Makkî çalakî tê lidarxistin. Di destpêka çalakiya ku hatibû lidarxistin hêzên ewlehiyê gule berdan ser nimêjker û xwepêşanderên ku vedigeriyan malên xwe û di encamê de zêdetirî 120 kes hatin qetilkirin û bi dehan kes  jî birîndar bibûn.