Li Yemenê ji ber krîza heyî her diçe jiyana jinan zehmet dibe

Li Yemenê ji ber pevçûnên ku didomin û bihayê her tiştî her dem zêde dibe mercên jiyanê zehmet dibin. Jinên li Taizê dijîn ji ber bihabûna jiyanê û tunebûna derfetên ketin pirsgirêkan dijîn.

HALA AL-HAŞÎDÎ

Yemen – Krîza ku 9 sal in li welat didome û qeyrana heyî ji ber xirabûna malan, koçberî û bihabûna  ku her diçe zêde dibe jinên Yemenê her diçe zêdetir zehmetiyan dikşînin. 

Asmaa Al-Samît li ser rewşa heyî dibêje: "Kirêya xaniyan bandorek mezin li ser jinan çêdike lewre neçarî maliyeta ku ku hebûna wan a madî zêdetir e dimînin û ev yek jî zorê li wan dike. Em jin ji ber mercên aborî pir dixebitin û ev yek jî dibe sedem ku em hinek peywirên xwe îhmal bikin. Em di heman wextê çend tiştan bi hev re bikin. Mercên heyî, hem di warê xebatê de hem jî di jiyana civakî de bandorên neyînî li jiyana me dikin. Ji ber pevçûnan, bihayê madeyên bingehîn û kirêya malan her diçe zêde dibe. Ev rewş bi taybetî li bajarê Taizê, rewşa aborî ya li welat xistiye asteke perîşan.”

Aktivîst Heba Nourî jî anî ziman ku di demên dawî de bilindbûna dowîzê, bandorek mezin li ser jiyanê çêkiriye û bal kişand ser zêdebûna kiriya xaniyan li Taizê. Heba Nourî got: “Kiriya zêde li ser jinan bandorê çêdike. Jin ji aliyekî ve nikarin kirê bidin, ji aliyê din ve jî neçar in debara malbatên xwe bikin. Ji ber vê yekê gelek pirsgirêk hene.”  

‘Zehmetiyên heyî nahêlin jin di warê aborî de serbixwe bin’

Heba Naorî bal kişand ser bandorên şer û pevçûnan û wiha domand: "Ji ber pevçûnan û dorpêça heyî, zirarek mezin gihîştiye bajar. Hem civaka Yemenê hem jî bajarê Taizê zirarê dibîne. Vê rewşa tevlihev barê bajar girantir kir. Hem di warê perwerdeyê de hem jî di warê dîtina kar de jin zehmetiyan dikşînin. Gelek xwendekarên di bin dorpêçê de nikarin biçin zanîngehan û mesrefa xwe bidin.”

Heba Nourî, diyar kir ku otorîteyên li Yemenê ji bo bihayê tiştan sererast bikin û pêşî li yekdestdariyê bigrin zagonan derxistine û wiha domand: “Lê ji ber kêmasiya kontrol û çavdêriyê van zagonan kêm caran tên pêkanîn. Ev yek jî dibe sedem ku hinek alî kes ji bo qezencê mercan îstîsmar bikin. Di navbera xwediyên xeyrîmenkul ve lihevkirin heye, loma divê sînor were danîn. Bihayê kiriya xaniyan bêserûber zêde dibin.”

‘Ji ber pirsgirêkên cur be cur jin nikarin bikevin nava civakê’

Heba Nourî, ragihand ku şer, pevçûn û mercên aborî derfetên kar ji bo jinan kêm dikin û wiha bi dawî kir: “Ev rewş hemû dibin sedem ku jin nikaribin bikevin nava civakê û rola wan di warê aborî de qels dikin. Her wiha ev zehmetî li ser jinan û malbatên wan, dibe sedema bandorên giran ên aborî. Ji ber wê jî jiyana jinan û zarokan zehmet dike, dibe sedema perçebûna malbatan û di warê têkiliyên civakî û derûnî de pirsgirêk derdikevin.”