Li dijî tecrîdê çalakiya Nobetê didome

Çalakiya Nobetê ya li Wargeha Penaberan a Şehîd Rustem Cudî (Mexmûr) a bi armanca mîsogerkirina azadiya fîzîkî ya Rêberê Gelê Kurd Abdullah Ocalan hatî destpêkirin bi dewirgirtina koma 48’emîn û biryardariyek xurt didome.

Mexmûr - Çalakvanên wargeha penaberan a Şehîd Rustem Cudî (Mexmûr) bi biryardariyek xurt ev 8 mehin di çalakiya nobetê ya bi armanca mîsogerkirina azadiya fîzîkî ya Rêberê Gelê Kurd Abdullah Ocalan de ne. Çalakî bi dewirgirtina koma 48’emîn û biryardariyek xurt didome. Beriya ku çalakî were dewirgirtin ji bo cangoriyên azadiya Kurdistanê deqeyek rêz hat girtin. Piştî rêzgirtinê li ser navê koma 47’emîn Evîn Nêrwehî axivî.

‘Emê bi têkbirina tecrîdê bigihin serkeftinê’

Evîn Nêrwehî diyar kir ku wek gelê Kurd heta azadiya fîzîkî ya Rêberê Gelê Kurd Abdullah Ocalan neyê mîsoger kirin dev ji çalakiyan bernadin û got: “Ev 25 sal derbazbûne hîna komplo û tecrîda li ser Rêber Apo berdewame. Ev sê salin jî bi tu awayî agahî ji Rêbertî nayê girtin. Emê wek gelê Kurd bi berxwedan û çalakiyên xwe dijmin têk bibin û bigihin serkeftinê. Em komplo û tecrîdê şermezar dikin. Û em dizanin heta azadiya fîzîkî ya Rêbertî mîsoger nebe azadiya me jî mîsoger nabe. Ji ber ku azadiya me di azadiya fîzîkî ya Rêbertî de ye.”

Evîn Nêrwehî di dawiya axaftina xwe de ev tişt got: “Em berxwedanvanên girtîgehan, gêrîlayên serê çiyan û dayîkên şehîdan silav dikin. Divê ne tenê dayîkên me yên girtiyên girtîgehan divê hemu dayîkên me bihevre dest bidin hev ji bo ku ev Newroz bibe Newroza azadiyê.”

Herwiha piştî merasîma dewirgirtinê hemu çalakvanên nobetê û xelkê wargehê berê xwe dan cihê şahiya Newrozê û li wir agirê destpêkê yê Newrozê hat pêxistin. Piştî pêxistina agir govend hat gerandin.