Hevseroka nû ya Meclisa Rêveber a Kantona Minbicê hat hilbijartin

Ezab El Ebûd, ji bo hevserokatiya nû ya Meclisa Rêveber a Kantona Minbicê hate hilbijartin. Ezab El Ebûd, sond xwar ku dê erkên dikevin ser milê wê bi cih bîne.

Navenda Nûçeyan – Meclisa Demokratîk a Gelan a Kantona Minbicê civîna xwe ya asayî li dar xist. Endamên meclisê, hevserokatiya Meclisa Demokratîk a Gelan a Herêma Rêveberiya Xweseriya Demokratîk a Bakur û Rojhilatê Sûriyeyê Ferîd Etê û cîgirên hevserokatiya Yasir El Silêman û Fatima El Xelîl beşdar bûn.

Di civînê de pêşniyara hilbijartina Ezab Ebûd ji bo hevserokatiya Meclisa Rêveber a Kantona Firatê li şûn Nezîfe Xelo ya 12’ê Adarê îstifa kiribû, hat xwendin. Pêşniyar ji aliyê piraniya endamên meclisê ve hat erêkirin.

Hevseroka nû ya Meclisa Rêveber a Kantona Minbicê Ezab El Ebûd, sond xwar ku dê erkên dikevin ser milê wê bi cih bîne.

Piştre daxwaznameya bidawîkirina erka hevserokê Meclisa Gelan a Demokratîk Mihemed Elî El Ebdo pêşkêş kiribû, hat xwendin. Daxwaznameya Elî Ebdo ji aliyê piraniya endaman ve hat erêkirin. Piştre Meclisa Gelan a Demokratîk a Rêveberiya Xweseriya Demokratîk a Bakur û Rojhilatê Sûriyeyê plaketek da Mihemed Elî El Ebdo.