Li Xezayê hejmara kesên jiyana xwe ji dan bû 25 hezar û 700

Hejmara Filistîniyên ku ji 7’ê Cotmehê vir ve di êrîşên Îsraîlê yên li dijî Xezeyê de jiyana xwe ji dest dan bû 25 hezar û 700 û hejmara birîndaran jî bû 63 hezar û 740.

Navenda Nûçeyan- Hejmara Filistîniyên ku di êrîşên Îsraîlê yên bi mehanê li dijî Zîvala Xezayê didomîne de jiyana xwe ji dest dan bû 25 hezar û 700 kes û hejmara birîndaran jî bû 63 hezar û 740.

Di daxuyaniya ji aliyê Wezareta Tenduristiyê ya Filistînê ve hat dayîn de, der barê êrîşên ku Îsraîlê 110 roj berê li dijî Xezayê da destpêkirin û bi awayî tund berdewam dike de agahî hatin dayîn. Hate diyar kirin di nava 24 saetên dawî de 210 Fîlîstînî mirine û 386 jî birîndar bûne. Her wiha di daxuyaniya nivîskî ya ji aliyê Heyva Sor a Filistînê ve hat dayîn de, hate diyarkirin di êrîşa ku Îsraîlê li ber navenda Heyva Sor a Filistînê pêk anî de 3 Filistînî jiyana xwe ji dest dan û 2 kes jî birîndar bûn.

Zarokek hat binçavkirin

Ji aliyê din hat hînbûn Îsraîlê zarokekî Filistînî ku di çarçoveya pêguhertina rehîneyan de li Şerîeya Rojava hatibû berdan, ji nû ve binçav kir. Di daxuyaniya ji aliyê Komeleya Girtiyên Filistînî ve hate dayîn de, hate ragihandin Yûsif Abdullah El Xetîbê 17 salî yê Filistînî ku cara ewil di çarçoveya peymana pevguhertina girtiyan di navbera Hamas û Îsraîlê de di dawiya Mijdara 2023’an de li bajarê Erîhayê yê Şerîeya Rojava hat berdan, carek din hatiye binçavkirin. Di daxuyaniyê de bang li Qatar û Misirê ku ji bo peymana pêguhertina rehîneyan navbeynkar kiribûn hate kirin ku mudaxeleyê mijarê bikin.

Dixwazin Xan Yûnisê vale bikin

Li gora rapora Ofîsa Koordînasyona Karê Mirovî ya Netewên Yekgirtî (OCHA); Fermana tehliyekirina sivîlên ku li bajarê Xan Yûnisê ên li Başûrê Zîvala Xeza ku lê êrîşên Îsrailê berdewam dike daye.

Di raporê de hate diyarkirin ku Îsrail daxwaz kiriye ku zêdeyî 500 hezar sivîlên li Başûrê Xeza herêmê bi terîkinin. Di raporê de hate bi bîrxistin ku li bajarê Xan Yûnisê nêzî 88 hezar kes di nava welat de ji cihê xwebûne, 425 kes jî di nav de herî kêm 500 hezar Filistinî hene, kêm nexweşxaneyên li herêma Zîvala Xeza sê ji wan malavaniyê dike. Di raporê de hate destnîşan kirin ku sivîlên li bajar neçar mane xwe bispêrin nexweşxaneyan.

Komîserê giştî yê Ajansa Alîkariya Penaberên Filistînî ya NY’ê (UNRWA) Philippe Lazzarini di daxuyaniya xwe ya herî dawî de ragihandibû ku nevandek ya stargehê ya girêdayî NY li Xan Yûnis hatibû bombebaran kirin.