Çalakiya Nobetê ya li Mexmûrê didome

Çalakiya Nobetê ya li Wargeha Penaberan a Şehîd Rustem Cûdî (Mexmûr) ya li dijî tecrîda girankirî ya li ser Rêberê Gelê Kurd Abdullah Ocalan hatî destpêkirin bi dewirgirtina koma 38’emîn didome.

Mexmûr - Li Wargeha Penaberan a Şehîd Rustem Cudî (Mexmûr) ji bo bi dawîkirina tecrîda li ser Rêberê Gelê Kurd Abdullah Ocalan di 20’ê meha Tîrmehê de çalakiya nobetê hatibû destpê kirin, bi dewirgirtina koma 38’emîn didome. Beriya ku çalakî were dewirgirtin ji bo cangoriyên azadiyê deqeyek rêz hat girtin. Piştî rêzgirtinê li ser navê koma 37’emîn Helena Babat axivî.

‘Emê bi çalakiyên xwe bigihijin azadiya fîzîkî ya Rêberê xwe’

Helena Babat wiha got: “Ji dîroka mirovahiyê heya roja me ya îro dijminê gelê Kurd yê desthilatdar ji bo me tune bikin serî li rêbazên qirêj yên weke qirkirin, bişaftin, asîmîle kirin, talan û wêran kirin dane. Ev şerê bê mafane bi hezaran salan berdewam kiriye û di encam de qetlîamên mezin çêbûne. Ji ber ku Rêber Apo serî li hemberî van şerên qirêj ne daniye, bi komployekê hat girtin. Gotinek heye dibêje; Eger tu serî kaniyê biçikînî wê kanî zuha bibe. Dijmin bivê rêbazê xwestiye gelê Kurd tune bike.

Emê bi çalakî û berxwedaniya gêrîlayên xwe bigihijin serkeftinê. Ji ber ku fikir û felsefeya Rêber Apo ne tenê ji bo gelekê ye, êdî cîhanî buye. Ruxmê ku ew niha di nava çar dîwaran de ye dev ji doza xwe ya Kurdistanek azad û serbixwe ne berdaye. Ji ber wê erkê me yê sereke ye ku em hem ji bo xwe hem jî ji bo Rêberê xwe çalakiya me dayî despêkirin hîn xurttir bikin. Niha yekem armanca me ewe em Rêberê xwe bi şêweyek fîzîkî azad bikin. Ji ber ku azadiya Rêbertî azadiya me ye. Em di wê hêvî baweriyê de ne emê bi çalakiyên xwe bigihijin azadiya fîzîkî ya Rêberê xwe.”

Merasîma dewirgirtinê bi dewirgirtina koma 38’emîn û dirûşmeyan bi dawî bû.