Cenazeyê 41 Êzidiyên ji gorên komî hatibûn derxistin gihişt Şengalê

Cenazeyê 41 Êzidiyên ji gorên komî hatibûn derxistin, piştî testên DNA’yê ji Bexdayê vegerandin Şengalê û wê cenaze li çar goristanên Şengalê, Xanesor, Herdan, Qinê û Koço bi merasîman werin veşartin.

Navenda Nûçeyan- Li gorî daneyên fermî, di fermana 3’ê Tebaxa 2014’an ya Şengalê de nêzî 5 hezar kes hatin qetilkirin û beşek ji van ya zêde jî bi komî hatin qetilkirin. Her wiha bi hezaran jin û zarokên Êzidî hatin revandin û bihezaran kes jî koçî Başûr, Rojava û Bakurê Kurdistanê bûn.

Li gorî agahiyan, ji bo 188 cenazeyan testa DNA’yê pêkhatiye, ji bo wê di 22’ê mehê de bi amadebûna nûnerê serokwezîrê Iraqê û Wezîrê Tenduristiyê yê Iraqê cenazeyê 41 Êzidiyan radestî malbatên wan hatibûn kirin.

Li gorî agahiyan, cenazeyê 41 Êzidiyan îro gihiştine Şengalê, wê cenaze li çar goristanên Şengalê, Xanesor, Herdan, Qinê û Koço bi merasîman werin veşartin.

Piştî sipartina axê jî wê 3 rojan ser hev xêr were belavkirin.