Li Xezayê agirbest hat îlankirin

Artêşa Îsraîlê û komên Filistînî, ji ber ku Hıdır Adnan di greva birçîbûnê de jiyana xwe ji dest da diyar kirin ku êrîşên hewayî dane sekinandin.

Navenda Nûçeyan- Li Xezaya ku di bin dorpêça artêşa Îsraîlê û êrîşan de ye, di navbera aliyên ku şer dikin de agirbest hat îlankirin û hat diyarkirin ku di saetên sibehê de bêdengî li herêmê çêbûye.

Li gorî nûçeya Gazete Duvar, di daxuyaniya ku ji aliyê artêşa Îsraîlê ve hatiye dayîn de hat diyarkirin ku bi fermanên qedemeyên fermandeyan li herêmê rewş asayî bûye. Komên Filistînî jî agahî dan ku piştî hewldana gelek aliyan di navbera komên artêşa Îsraîlê û komên Filîstînê de di navbera saet 03.30'an de agirbest ketiye meriyetê.

Hatibû diyarkirin ku Sekreterê Giştî yê Buroya Siyasî ya Hamasê Îsmaîl Heniyye di saetên şevê de ji bo Îsraîl êrîşên xwe bide sekinandin, bi Misir, Katar û Neteweyên Yekbûyî re hevdîtanan kiriye.

Çi bûbû?

Hidir Adnan ê Filistînî yê ku di girtîgehên Îsraîlê de girtîbû, bêyî darizandin dihat girtin dest bi greva birçîbûnê kiribû 87 roj bû greva xwe didomand. Ji ber ku rewşa Hidir Adnan a tendirustiyê giran bûbû hatibû diyarkirin ku ger ji girtîgehê sewqê nexweşxaneyê neyê kirin dê bi xetera mirinê re rûbirû bimîne lê Îsraîlê vê yekê red kiribû. Hidir Adnan di sibeha 2’yê Gulanê de li girtîgehê jiyana xwe ji dest da.

Piştî ku Hıdır Adnan jiyana xwe ji dest da ji Xezayê ber bi Îsraîlê ve ji 30'an zêdetir fuze hatibûn avêtin. Ji ber ku roketên ji Xezayê hatin avêtin li qadên niştecihî ketibûn 5 kes birîndar bûbûn. Li dijî roketan, balafirên şer ên Îsraîlê jî Xezayê bombebaran kiribûn.