Di 24 saetan de 8 jin hatin qetilkirin!

Ji ber polîtîkayên dijminahiya jinan yên hikûmeta AKP’ê qetilkirina jinan dewam dike. Di bûyerên ku tenê di çapemeniyê de hatin ragihandin, di 24 saetên dawî de li 6 bajarên cuda herî kêm 8 jin ji aliyê mêran ve hatin qetilkirin.

Navenda Nûçeyan - Ji ber polîtîkayên dijminahiya jinan yên hikûmeta AKP’ê qetilkirina jinan didome. Li gorî nûçeya JINNEWS’ê tenê ji bûyerên di çapemeniyê de cih girtine; Li 6 bajaran di 24 saetên dawî de 8 jin hatin qetilkirin.

Li Îzmîrê 2 jin hatin qetilkirin

Şevê din li navçeya Konakê ya Îzmîrê Ridvan Kahraman, Fatma Kahraman a ku pê re zewicî bû bi çekê bi giranî birîndar kir. Fatma Kahraman a ji aliyê ekîbên tenduristiyê yên hatin cihê bûyerê ve rakirin nexweşxaneyê jiyana xwe ji dest da. Ridvan Kahraman li Termînala Otobûsê ya Denîzliyê ji aliyê polîsan ve hat girtin. Di heman şevê de Sedat Mertoglu, Gulsum Mertoglu ya ku bi wê re di pêvajoya hevberdanê de bû, bi amûrek birek birîndar kir. Gulsum Mertoglu ya ku ji aliyê ekîbên tenduristiyê ve rakirin nexweşxaneyê jiyana xwe ji dest da. Sedat Mertoglu hîna nehatiye girtin.

Li gel dê û bavê xwe hat qetilkirin

Li navçeya Seyhan a Edeneyê, Hakîm Eba yê 23 salî Şukran Eba ya 19 salî ya ku bi wê re di nava pêvajoya hevberdanê de bû, li ber deriyê mala malbata wê bi çekê qetil kir. Faîl Hakîm Eba piştre birayê hevjîna xwe Muhammet Erat, xesûya xwe Leyla Erat û xezûrê xwe Turgut Erat bi çekê qetil kir. Paşê kiryar Hakîm Eba reviya.

Ji aliyê mêrên pê re zewicîn ve hatin qetilkirin

Li navçeya Gonen a Balikesîrê Cevrî Gokyildiz ê 62 salî, Maîzer Gokyildiz a ku pê re zewicî bû bi çekê qetil kir. Cevrî Gokyildiz ê ku bi heman çekê teşebûsa întîharê kir bi giranî birîndar bû û li nexweşxaneyê hat dermankirin. Duh danê sibê li Amedê Hilal Kar bi çekê hat qetilkirin. Hat diyarkirin ku Hilal Kar ji aliyê M.D yê ku zewaca dînî pê re kiribû ve, hate qetilkirin.

Li Antalyayê Abdulkadîr Kocaoglu, Ayten Çagiran a ku hevberdabûn bi amûra birek qetil kir. Piştî bûyerê kiryar hat binçavkirin. Li navçeya Ereban (Araban) ya Dîlokê Mehmet Emîn Mercandagi, Fatma Mercandagi ku pê re zewicî bû, bi çekê qetil kir. Kiryar ji aliyê cendirmeyên ku hatin cihê bûyerê ve hat binçavkirin.