Li Amedê 32 girtî ji xwarinê bi jehrê ketin

Li Kampûsa Girtîgeha Amedê 32 girtî ji ber xwarinê bi jehrê ketin û rakirin nexweşxaneyê. Baroya Amedê, OHD’ê û ÎHD’ê bang li rayedaran kirin ku erke xwe pêk bînin.

Navenda Nûçeyan- Baroya Amedê, şaxên Komeleya Hiqûqnasên ji bo Azadiyê (OHD) û Komeleya Mafên Mirovan (ÎHD) yên Amedê bi daxuyaniyek nivîskî ragihandin ku li Girtîgeha Kampûsa Amedê girtî ji ber xwarinê bi jehrê ketine. Di daxuyaniya ku saziyan li ser hesabên xwe yên medya dîjîtal parvekirinê de diyar kir ku di 23’yê Hezîranê de agahiya jehrîbûna girtiyan ji wan re hatiye Baro, OHD û ÎHD serdana girtîgehê kirine.

‘35 girtî ji nexweşxaneyê derketin’

Di daxuyaniyê de hat gotin ku bi girtiyan re hevdîtin hatiye kirin û ev tişt anîn ziman: “Ji ber sedema cejnê ev nêzî 10 rojin pirsgirêk di xwarinan de heye. Di nava vê demê de bûyerên emelbûnê zêde bûn e. Di xwarina ku 23’yê hezîranê dane girtiyan de (mirîşka şnîtzel) bêhn jê hatiye. Bênavber av hatiye qutkirin û ava ku tê berdan jî gemarî tê. 32 girtiyên li kampûsê ji ber vereşînê û dilxelîniyê sewqî nexweşxaneyê hatine kirin. Piştî tedawiya wan hatiye kirin, girtî cardin birine girtîgehê.”

‘Divê xwarina paqij ji bo girtiyan bê dayîn’

Di daxuyaniyê de hat destnîşankirin ku divê xwarina paqij ji bo girtiyan bê dayîn û tenduristiya girtiyan bê fikrandin û hat bibîrxistin ku di 14’ê Gulana 2024’an de jî dîsa bûyera jehrîbûnê li heman girtîgehê derketiye û wiha hate gotin:

“Em cardin bi bîrdixin ku divê pirsgirêka xwarinê demildest were çareserkirin û mafê girtiyan yên xwegihandina pêwistiyê bingehîn û tendirûstiyê ku erkê dewletê ye pêkbîne. Ji bo bûyerên heman carek din neyên jiyan kirin em rayedarin vedixwînin erk û berpirsyartiya xwe bi cih bînin.”