Di mehekê de 5 zarokên karkerên çandiniyê jiyana xwe ji dest dan

Li gorî daneyên Meclîsa ÎSÎG'ê di 5 mehên destpêkê yên îsal de 24 karkerên zarok jiyana xwe ji dest dane, di meha dawî de jî hate ragihandin ku 5 zarokên karker, karkerên demsalî yên çandiniyê ne.

Navenda Nûçeyan-Li gorî daneyên Meclîsa Tenduristî û Ewlehiya Kar (ÎSÎG) di 5 mehên destpêkê yên îsal de herî kêm 24 karkerên zarok jiyana xwe ji dest dane. Di sala borî de 54 zarokan jiyana xwe ji dest dabûn, ji sedî 53'ê vê hejmarê karkerên çandiniyê bûn. Di meha dawî de 5 zarokên ku ji Kurdistanê bi malbatên xwe re ji bo karên demsalî çûbûn bajarên Tirkiyeyê, di ava ku ji bo hênikkirinê ketibûnê de xeniqîn.

Di 11 salan de 695 karkerên zarok jiyana xwe ji dest dan

Li gorî daneyên ISIG'ê di nava 11 salên dawî de herî kêm 695 karkerên zarok jiyana xwe ji dest dane, di nava 5 mehên destpêkê yên sala 2024'an de 24 karkerên zarok jiyana xwe ji dest dane.