Li Ukranya di dema şerde ji 400’an zêdetir zarok jiyana xwe ji dest dan
Komseriya bilind ya mêfê mirovan ya Netewên yekgirtî da zanîn ku ji destpêka şerê Rusya û Ukranya heya roja îro ji 400’an zêdetir zarok hatin qetilkirin, li gor portala ‘Zarokên Şer’ 279 zarok winda ne.

Navenda Nûçeyan – Konseya parastina Netewên Yekgirtî li Ukranya avakirina azadî û ewlehiyê hate nîqaşkirin û bal kişandin li ser hedefnîşandana êrîşên binasaziya NY di çarçoveya qanuna mirovî ya navetewî hatiye qedexekirin.
16 hezar û 631 sivil winda ne
Komseriya bilind ya mêfê mirovan ya Netewên Yekgirtî (OHCHR) ji dema ku Rusya li beramberî Ukranya şer daye destpêkirin ango ji 14’ê Sibatê heta 14’ê Mijdarê windahiyên sivilan eşkere kir. Li gor komseriyê 6 hezar û 557 sivilan jiyana xwe ji dest dane û 10 hezar û 74 sivil birindar bûn û bi giştî 16 hezar û 631 windahiyên sivîlan hate jiyankirin.
400’an zêdetir zarok jiyana xwe ji dest dan
Di daxuyaniyê de hat destnîşankirin ku ji ber bomberdûmana ku li Ukraynayê dewam dike ji sedî 40 zerar gihandiye kapasîteya hilberîna enerjiyê ya welêt, herî zêde paytext Kîevê zirar dîtiye û piraniya cihan 12 saetan bê ceyran mane. Di şer de ji 400 zêdetir zarok jiyana xwe ji dest dane, gelek jî birindar bûn, zarok û windahiyên endamên malbatê û yan jî neçar man malên xwe biterikînin. Li gor portala ‘Zarokê Şer’ ji 12’ê mijdarê ve 279 zarok winda bûne.
Dû polonî hatin qetilkirin
Alîkarê Sekreterê giştî yê inşaya Aştî û karê siyasî Rosemary DiCarlo da zanîn ku li gundê li ser sînorê Polonya- Ukranya dû Polonî di dema êrîşên fuze de jiyana xwe ji dest dane. Rosemary DICarlo got: “Wê roketên dawî wê faturaya şer zêde bike. Hedefgirtina êrîşên bingehîn yên sivilan li gor qanuna navnetewî ya miron hatiye qedexekirin.”
OHCHR 57 bûyerên şîdeta zayendî belge kirin. Komisyona navdewletî ya serbixwe ya Ukranya diyarkirin ku di nava Ukranya û derve de ji bo pirsîna hesabên binpêkirinên qanunî kardikin.