Li Tûnisê meşa jinan: Destkeftiyên jinan di xeteriyê de ye
Bi boneya 69’emîn salvegera Qanûna Rewşa Kesane, jinên Tunisî meşek protestoyî li dar xistin û tekez kirin ku ew niha bi paşketinek cidî re rû bi rû ne ku destkeftiyên dîrokî yên jinên Tunisî bi dest xistine tehdît dike.

Tûnis – Jinên Tunisî di encama têkoşîna salan de di sala 1956’an debi Qanûna Rewşa Kesane ku pir zewaciya mêran jî qedexe dike, di aliyê yasayî de ji perwerde, kar heyanî beşdariya siyasî destkeftiyan bidest xistin.
Bi boneya 13’ê Tebaxê ya Roja Jinan a Neteweyî, şaxa jinan a Partiya Karkeran a Rêxistina Wekheviyê (Mouvement Egalité) li paytextê meşek protestoyî li dar xist. Jinan xwestin mafên ku ew bi hewildan û berdelên mezin bidest xistine neyên binpêkirin. Jinan tekez kir ku divê ruhê Qanûna Rewşa Kesane ya ku di sala 1956an de hatiye derxistin, were parastin û pêşxistin.
Jinên ku beşdarî xwepêşandanê bûn gotin ku destkeftiyên dîrokî yên jinên Tunisî di bin gefên cidî yên paşveçûnê de ne. Jinan diyar kir ku pergala siyasî ya heyî rêziknameyek baviksalar xurt dike ku dixwaze jinan girêdayî û di bin wesayetê de bihêle.
‘Jin bi xeteriyekê mezin re rû bi rû ne’
Parêzvana mafên jinan û siyasetmedar Rafîka Rakik diyar kir ku armanca xwepêşandanê ew bû ku balê bikişîne ser xetera rewşê. Rafîka Rakik ji raya giştî re bi bîr xist ku tevgera femînîst ji bo rakirina madeyên ku cudakarî û serdestiya mêran dihewîne ji Qanûna Rewşa Kesane parêzvanî dike. Rafîka Rakik destnîşan kir ku 14 sal piştî şoreşê, xetereyek cidî ya paşveçûna mafên jinan û windakirina van destkeftiyan hebû.
Rakik diyar kir ku hin rûpelên medyaya civakî pirjiniyê vejînin û nîqaşên li ser dabeşkirina milkê derdixin holê, hewldanek e ku raya giştî bi guhertinan bê bertek bike. Rafîka Rakik got, "Hikûmet dixwaze van guhertinan bêyî şêwirîna pisporan bike, mîna ku bi Qanûna Kedê re kir. Em bi dengekî bilind diqîrin: Dest nedin mafên jinan."
Armanc dikin ku qanûnê biguherin
Siyasetmedara Partiya Kedê Ulfa el-Ba'zawî jî diyar kir ku pîrozbahiyên salvegera 69’an a komeleyê ji ber êrîşên mezin ên li ser mafên jinan hatine nixumandin. Ulfa el-Ba'zawî diyar kir ku înîsiyatîfên parlemanî û kampanyayên medyaya civakî armanc dikin ku qanûnê biguherînin û mafên jinan qels bikin.
Ulfa el-Ba'zawî got, "Em li vir in ji bo parastina jinan û destkeftiyên wan. Divê qanûn li gorî rewşa rastîn û destkeftiyên jinan bin. Lêbelê, gefên ji zihniyeteke populîst û dijminane li ser mafên jinan berdewam dikin. Em ê berxwedana xwe bidomînin."
‘Hikûmet dixwaze destkeftiyên jinan têk bibe’
Seroka Komeleya Hurair Biladî, Fadîla Mohamed Daşravî got ku ev meş ne pîrozbahiyek bû, lê kiryarek hêrs û protestoyê bû. Fadîla Mohamed Daşravî rave kir ku rewşa jinan li Tunisê xirabtir dibe, xizanî û tundûtûjî zêde dibe û jin tên kuştin û tên paşguhkirin. Fadîla Mohamed Daşravî tekez kir ku dewlet li ser vê mijarê bêdeng dimîne.
Fadîla Mohamed Daşravî diyar kir ku hikûmet dixwaze destkeftiyên jinan têk bibe û pêşnûmeya ku destûrê dide dozên jinberdanê ji dadgehan werin girtin û li ber noter werin vekirin xeternak e. Fadîla Mohamed Daşravî got ku ev rêzikname dê bibe sedema windakirina mafên jinan ên qanûnî. Fadîla Mohamed Daşravî got, "Ev pêşnûme me vedigerîne serdema eşîrî."
Beşdaran diyar kirin ku têkoşîna li dijî vê guhertina qanûnî ne hilbijartinek e, lê pêdiviyek hebûnî ye. Her wiha jinan tekez kir ku têkoşîna wan ji bo rûmet, edalet û wekheviya tevahî berdewam dike.
Jinan 13’ê Tebaxê wekî "roja hêrs, hişyarî û têkoşînê" îlan kirin. Dirûşma "Jinên Tunisî qet venagerin" hate berzkirin.