DEM Partî: Komîsyon dê li nav û saziyên hatine diyarkirin guhdar bike
Endamên DEM Partiyê yên di komîsyona li Meclisê de cih digirin, gotin: “Dê komîsyon li nav û saziyên hatine diyarkirin guhdarî bike. Piştre jî dê komîsyon têkildarî sererastkirinên yasayî ku entegrasyona demokratîk jî di nav de ye, xebatan bike.”

Enqere – Endamên DEM Partiyê yên di “Komîsyona Hevgirtina Neteweyî, Xwişk-Biratî û Demokrasiyê” de cih digirin, daxuyaniyeke nivîskî dan. Di daxuyaniya bi îmzeya Gulistan Kiliç Koçyîgît, Meral Daniş Beştaş, Hakki Saruhan Oluç, Celal Firat û Cengîz Çîçek de têkildarî armanc û şêweyê rêvebirina komîsyonê agahî hatin parvekirin.
Di daxuyaniyê de hate destnîşankirin ku komîsyon ji bo çareseriya aştiyane û demokratîk a meseleya Kurd, ji bo bicihanîna rola dîrokî ya meclisê vî karî baş binirxîne.
Di berdewamê de wiha hate gotin: “Ji nîqaş û nirxandinên hatine kirin, em dikarin bibêjin ku komîsyon bi nêrîneke ku hesasiyetên hemû beşên civakî li ber çavan digire, karên xwe dewam dike. Partiyên ku endam dane komîsyonê, bi berpirsyariyeke dîrokî ya ji bo afirandina dilxwaziya civakê rû bi rû ne. Aştiya civakî bi wê yekê ve girêdayî ye ku gavên bêne avêtin her kesî hembêz bike û bersivê bide pêwîstiyên pêvajoyê.
Piştî guhdarîkirinê komîsyon wê li ser sererastkirinên qanûnî kar bike
Dê hefteya pêş di rojên sêşem û çarşemê de kesayet û saziyên di hewza bi hevpariya partiyên ku endam dane komîsyonê ve hatiye avakirin, bên guhdarîkirin. Her kesên ku di şer de xizmên wan jiyana xwe ji dest dane, mexdûr bûne û bandoreke neyînî li wan bûye, wê li komîsyonê bêne guhdarîkirin. Her wiha wergirtina nêrîn û pêşniyarên derdorên hiqûqî û akademîk ên li ser zemîna siyasî û hiqûqî ya ji bo çareseriyê pispor in, wê karên komîsyonê hêsan bike.
Piştî guhdarîkirinê komîsyon wê di çarçoveya karên ji bo pêvajoyê bêne kirin û entegrasyona demokratîk de li ser sererastkirinên qanûnî kar bike. Gelekî girîng e ku pêşniyarên li ser sererastkirinên qanûnî yên ji bo demokratîkbûnê û pêvajoyê bêne nirxandin û bi nîqaşeke berfireh bêne biencamkirin. Hêza aştiya civakî û siyaseta demokratîk tenê bi vî rengî dikare pêk were."