Cenazeyên 22 Êzidiyan bi merasîmekê hatin definkirin

Cenazeyên 22 Êzidiyên di Fermana 3’yê Tebaxê de hatibûn qetilkirin, bi merasîmekê radestî malbatên wan hatin kirin.

 Şengal – Li Şengalê 22 cenazeyên ku ji gorên komî hatibûn derxistin, bi merasîmekê radestî malbatên wan hatin kirin.

Di merasîmê de ku bi beşdariya şandeyên meclisa ruhanî ya Êzidiyan, berpirsên siyasî, civakî û leşkerî, Rêveberiya Xweser a Şengalê û TAJÊ’yê hatibû lidarxistin, bi hezaran kes ji tevahiya Şengalê amade bûn. Merasîm bi deqeyek rêzgirtinê dest pê kir.

Piştre ji aliyê Qewalên Êzidiyan ve beytên olî hatin gotin û li ser navê malbatên kesên hatine qetilkirin, Nayîf Caso axivî. Nayîf Caso, wiha got: “Îro em li virin, li ber vê bîrdariya qirkirina Êzidiyan, ji bo pêşwazîkirina 22 şehîdên jin û zarokên gelê me yê Êzidî. Ew şehîdên nasnameya Êzidî ne ku ji aliyê DAIŞ’ê ve hatin kuştin û di gorên komî de bê nasname, bê gor û bê xatirxwestin hatin veşartin. Bi vê komê, nasnameya 296 şehîdan ji yên ku ji goristanên komî hatin derxistin, hatin aşkerakirin. Lê, bi sedan şehîd hîn jî nasnameyên wan ne diyarin û li tiba edlî ya Bexdayê li benda fehskirinê ne. Bi sedan ên din hîn jî di gorên komî de ne ku heta niha nehatine vekirin. Em ne tenê ji bo xatirxwestina şehîdên xwe li virin, em daxwazên xwe yên zelal, daxwazên xwe yên adil û daxwazên xwe yên ku em nikarin dest jê berdin, tînin ziman.

Daxwazên me ev in; 

* Em daxwazê ji Hikûmeta Iraqê dikin ku piştgiriyê bide tîmên pispor û bi berpirsiyarî tevbigere da ku di zûtirîn dem de fehsên rifatên ku li Bexdayê ne, bi dawî bibin.

* Em daxwaz dikin ku planeke hikûmî ya zelal ji bo mijûlbûna bi gorên komî yên mayî re were kirin û divê hewldanên heyî werin zêdekirin. 

* Divê rêzgirtin ji malbatên şehîdên me û qurbaniyan re ji aliyê hikûmî ve were nîşandan, bi merasîmên fermî yên ku li gor rûmeta şehîdan bin.

* Em daxwaz ji rêxistinên navneteweyî û herêmî dikin ku hewldanên xwe ne tenê di belgekirinê de, lê di pêşkêşkirina piştgiriya derûnî û civakî ji bo malbatên şehîdan û windayan de zêde bikin.

* Divê rola komîteya lêgerîna revandî û revandiyan, wekî ku di yasaya bingehîn a Iraqê de hatiye pejirandin, were çalakkirin, da ku çarenûsa revandî û windayan were zanîn.

* Em daxwaz dikin ku hemû mafên şehîdên me û malbatên wan, wekî yên herêm û pêkhateyên din, werin dayîn.

* Divê ji bo 67 şehîdên gora komî ya Xanesorê, yên ku ne bi awayekî fermî û rast hatin veşartin li goristana Şerefedîn, çareseriyek were dîtin da ku mafên wan û yên malbatên wan bêne misoger kirin.

Cenazeyên şehîdên me yên ku her roj û bi beş bi beş digihîjin me, peyamekê didin ku edalet hîn jî winda ye, maf hîn jî nehatine dayîn û ferman hîn jî didome. Ji vir, ji ber bîrdariyê û ji ber cenazeyên şehîdên me, ez dibêjim ku rûmeta miriyan ji rûmeta zindiyan e. Mafê her şehîdekî ye ku nasnameya wan were aşkerekirin û li gundê xwe, bi aştî û rûmet li axa xwe were veşartin." 

Cenaze hatin definkirin

Piştî axaftina Nayîf Caso, malbatan rifatên şehîdên xwe wergirtin, birin gund û çavçeyên Şengalê û her yek li goristana gundê xwe spartin axê.