Li Tûnisê ji girtiyên jin çalakiya ‘dengê zikê vala’

Bi mehan e ku bi dehan girtiyên jin ên Tûnisê, di nava çarenûsek ne diyar de ne. Jinan bi navê ‘şerê zikê vala’ dest bi çalakiya greva birçîbûnê kirine û rewşa wan a tenduristiyê giran e.

Tûnis – Di nava hilweşandina rewşa mirovî ya li Tûnisê û wendabûna edaletê de, girtiyên ku bêyî delîl û sûcên zelal hatine binçavkirin hene. Ev girtî, binpêkirina mafê azadiya xwe protesto dikin. Girtiyan bi rêya greva birçîbûnê ya bi slogana "Şerê zikê vala" helwesta xwe nîşan dan. Ev yek bû sedema nerazîbûnên berfireh ên di nav saziyên mafên mirovan de.

‘Kêliyên herî hovane yên di dîrokê de ne’

Çalakvan û aktîvîstên jin li beramberî van kiryaran hemleyên piştevaniya van girtiyan li dar dixin. Rêxistin û çalakvanên mafên mirovan fikarên xwe yên ji ber vê rewşê anîn ziman û ev heyam şibandin rewşa beriya serhildanê. Hin ji wan jî dibêjin ku ev kêliyê herî hovane yê di dîrokê de ne. Çalakgeran di nav van aloziyan de banga xurtkirina hewldanên netewî û navnetewî kirin da ku zextê li rayedarên Tûnisê bikin û girtiyên jin serbest berdin. Heya ku ew serbest bên berdan, divê di girtîgehan de şert û mercên mirovî ji wan re bên pêşkêşkirin.

'Em ê dengê girtiyên jin bigihînin cîhanê'

Çalakvana femînîst û hiqûqî Suad Bû Otûr diyar kir tekez bûye ku girtiyên jin wê serî li grevên birçîbûnê bidin, ji ber ku di rewşeke dijwar de dijîn. Suad Bû Otûr wiha got: “Ev çalakî jî êşên girtiyên jin nîşan dide. Divê hikûmet û saziyên rayedar li xwe vegerin û rewşa tenduristî û civakî ya girtiyan di berçav re derbas bikin. Çawa parêzerên wek Seniyê El Dehmanî û hiqûqnasa Sîham Bin Sedrîn ku 74 salî ye li hember zextên greva birçîbûnê tehemûl bikin? Di heman demê de rewşa Şerîfa El Rêhanî mehek piştî zayînê hatiye girtin û ji zaroka xwe dûr ketiye, divê di berçav re bê derbaskirin. Em jinên femînîst û hiqûqnas, bi hemû çalakiyên xwe piştevaniya çalakiyên girtiyan dikin. Em ê dengê girtiyên jin bighînin cîhanê. Tevgerên jinên Tûnisê ji bo pêkanîna edaletê dê her têbikoşin. Azadî mafê her mirovek e.”

'Divê zext bê kirin ku ev jin azad bin'

Çalakvana Hevbenda Tûnisê ya Parastina Mafê Mirovan Neîma Bin Mensûr jî destnîşan kir ku girtiyên jin ji bo ku dengê xwe bigihînin cîhanê, dest bi çalakiyên grevê kirine û wiha got: “Ew destên xwe yên birçî bilind dikin, lê ew bi hêz in û dibêjin ku mafê wan ê darizandina adil û azadiyê heye. Rêxistinên jinan ji parastina mafên girityên jin berpirsyar in. Pêwîst e ku em li kêleka girtiyên jin bisekinin û zextê bikin ku wan berdin. Hevdîtina girtiyên jin a bi malbat û zarokên xwe re, hatiye qedexekirin. Ev jî di bin van şert û mercên giran de êşa wan a derûnî û fizîkî zêdetir dike. Em ji hevgirtina wan tu car venagerin, bi rêya ragihandin û formên navnetewî  em ê dengê xwe bilind bikin. Emê ji bo gîhandina azadiyê û avakirina sîstemek adilane, têbikoşin."

Çalakgera jin rakirin nexweşxaneyê

Hêjayî bîrxistinê ye ku Seroka Desteya Rastîn û Rûmetê Sîham Bin Sedrîn di van demên dawî de têk çûye. Yekem dadwerê lêpirsînê yê li Pola Dadwerî ya Malî, biryar da ku doza der barê wê de 4 mehên din jî dirêj bike. Sîham Bîn Sedrîn, di encama çalakiya xwe ya bazdanê ku di 14'ê Çileyê de destpê kiriye de, ji ber têkçûyîna rewşa wê ya tenduristiyê, rakirin nexweşxaneyê.