Civakên girtî kuştinên jinan û tundiyê çawa rewa dikin?
Civakên ku kuştinên jinan û tundiyê qebûl dikin, bi rastî mirovahiya xwe dikujin. Çareserî, bi hilweşandina van baweriyên şaş, bi redkirina kevneşopiyên ku qebûlkirinê li jinan ferz dikin, destpê dike.
MUNA TOKA
Di civakên girtî de, di ciyên ku kevneşopî lê serdest in, ruyê herî bêrehm ê pergalek ku kuştinên jinan, tundiya li hember jinê zêde û rewa dike temsîl dike. Zarokên keç hê biçûk in di hişê wan de fikra serlêdana yasayan şerm e, tê bicîhkirin. Rastî tundiya navmalbatî jî bên, heta tundî wan bîne asta ku ewê seqet bin jî, nahêlin serî li riyên hiqûqî bidin. Hemû ev kiryar, bi hinceta "parastina têkiliyên civakî" tên rewakirin û bi demê re ev bawerî ji olê bihêztir dibin.
Jinek gava ku dizewice, van fikran jî bi xwe re tîne û neçar dimîne ku di jiyana zewacê de tundiyê qebûl bike. Ger ku hewl bide gilî bike an jî serî rake, kevneşopî dengê wê qut dikin. Lê tundî tu car bidawî nabe; berovajî wê berdewam dike û gelek caran encamên wek kuştin an jî zirarên bedenî derdikevin holê.
Ev rewş dibe sedema gihîştina nifşên ku di aliyê derûnî de tijî travma nin. Ji ber ku jin bi fikra hevberdan şerm e, serlêdana ji bo rayedaran jî sûcek civakî ye tên mezinkirin. Beraberî vê yekê mêr an jî bav gava tundiyê li jinan dikin, ev “ne dibe şerm ne jî heram e.”! Ji ber ku yê ku wiha dike mêr e û mêr ji bo tiştên ku dikin nayên pirsyarîkirin.
Kuştinên jinan dibe perçeyek pergala civakî
Di civakek wiha de kuştinên jinan di bin navê "namûs" an jî "dîsîplînê" de tê normalîzekirin. Jinên ku tên kuştin, wek meseleyên malbatî tên dîtin û li derveyê edaletê tên hiştin. Bi vî awayî, baweriya ‘jin, tenê milkek di bin rêveberiya meran de ne, zêdetir dibe. Bi demê re ev kuştin dibin perçeyek xwezayî yên civakê û di şûna yasayan de kevneşopî serdest dibin.
Lê rastiya ku divê jin ji bîr nekin ev e: Serlêdana li yasayan- her çiqas bêbandor bin jî – qet nebe alternatîfek e.
Çareseriyên civakî bi piranî rêyek çareseriyê pêşkêşî jinan nakin. Ancax jinek, ji civakê bê derkirin jî, di şûna ku di nav têkiliyek tijî tundî de bijî, divê jiyanek birûmet hilbijêre.
Jin pêwîst e xwe bi hêviya ku mêrê tundiyê lê dike biguhere, nexapîne. Çawa ku gotina "Kûçikek qudûsî rojek dikare bibe pisîkek nermok” xeyal be, hêviya guhertina ji kesek tundiyê dike jî, xwe xapandinek bi heman awayî ye.
Çareserî çi ye?
Civakên ku kuştinên jinan û tundiyê qebûl dikin, bi rastî mirovahiya xwe dikujin. Çareserî, bi hilweşandina van baweriyên şaş, bi redkirina kevneşopiyên ku qebûlkirinê li jinan ferz dikin, destpê dike. Rûmet û jiyana jinê mijarek ji bo nîqaşê vekirî nîne. Lewma jin divê bêdeng nemînin û derkevin derveyê vê pergala dejenere bûye û li wan tê ferzkirin.
*Rojnameger