Fermandara YPJ'ê: Li hemberî mêr-dewlet û çeteyên cîhadîst dê çeka me danekeve
Ji fermandarên YPJ'ê Zinarîn Kobanê got “Li hemberî mêr-dewlet û çeteyên cîhadîst dê çeka me danekeve” û destnîşan kir ku parastina hemû jinên Sûriye û naskirina îradeyên wan, yek ji erkên wan ên sereke ye.
HESNA MUHEMED
Navenda Nûçeyan – Ji 27'ê Mijdarê ve komên cîhadîst ên Heyet Tehrîr El Şam (HTŞ) dest bi êrîşên xwe yên li rojavayê gundewarên Helebê kir. Di nava çend rojan de berê xwe da Şamê û sîstema Baasê hilweşand û rêveberiya Sûriyê bi dest xistin. Di heman demê de dewleta Tirk a dagirker û çeteyên wê, jî êrîşên xwe li ser herêmên Bakur û Rojhilatê Sûriye, bi taybetî jî li ser Bendava Tişrînê û Pira Qereqozaqê dijwartir kirin. Yek ji fermandarên Yekîneyên Parastina Jinê YPJ Zinarîn Kobanê, armanca şer û êrîşên li herêmê rû didin, destwerdana HTŞ'ê ya li rêveberina Sûriyê re û rewşa jinan a piştî serdestiya HTŞ'ê ya li Sûriyê, ji ajansa me re nirxand.
'Berxwedana gel û şervanan silav dikin'
Zinarîn Kobanê di destpêka gotinên xwe de pakrewanên azadiyê bi bîr anî û silavên xwe ji gelê berxwedêr re rêkir. Zinarîn Kobanê wih got: "Di kesayetiya pakrewanên bendavê de em hemû pakrewanên azadiyê yên şoreşa Rojava bi bîr tînin. Di heman demê de em silavên xwe ji berxwedana şervanên azadiyê yên ku di çeperên şer de ji bo azadiyê û parastina axa xwe li hember hemû tektîk û planên dijmin li ber xwe didin, silav dikin. Dîsa em silavên xwe yên germ ji gelê xwe yên welatparêz ku pêl bi pêl tevî hemû topbaranan berê xwe didin bendavê, bi armanca parastina enerjî, av, axa xwe bikin û piştgiriya şervanên xwe bikin, dişînin. Gel li bendava Tişrînê banga rawestandina van êrîşan dikin û komkujiyên ku dagirkeriya Tirk li ser wan pêk tîne şermezar dikin."
'Tu hêz nikare hêza QSD'ê û YPJ'ê biçewsîne'
Di nava nirxandinên xwe de Zinarîn Kobanê balkişand ser şerê ku li beramberî hêzên YPJ'ê û QSD'ê tê kirin û wiha pê de çû: "Ev du meh in şerekî li Sûriyê rû daye ku bandora xwe li ser hemû pêkhateyên herêmê kiriye. Bandora jî herî zêde jî li ser herêmên Bakur û Rojhilatê Sûriyê kiriye. Gelek hêz û hêzên HTŞ'ê jî di nav de, bi girtina rêveberiya Sûriyê û dagirkirina qadê re ya di nava çend rojan de, bi vê biryarê xwestin bi ser hêzên azadiyê de jî bên. Lê piştî ku bi berxwedana YPJ'ê û QSD'ê re rûbirû man, zanîn ku wê ev şer wek şerê ku li Sûriyê qewimî ye nebe û QSD dê bi hêsanî wê teslîmkariyê qebûl neke. Ji ber vê yekê gelek êrîşên dijwar li Bendava Tişrînê û derdora wê hatin meşandin û heya niha li bendavê pevçûn diqewimin. Ew ê bi pevçûn û êrîşên xwe tu car nikaribin hêz û vîna şervanên QSD'ê û YPJ'ê li bendavê bişkînin."
'Bi hemû milan ve şer dimeşînin'
Zinarîn Kobanê di berdewama nirxandinên xwe de aşkera kir ku hêzên YPJ'ê heya dawiyê dê xwedî li gelê xwe derkevin û wiha got: "Di Rojhilata Navîn de şerê ku niha rûbirû dimeşe, bi taybetî jî şerê li Sûriyê diqewime, şerekî ji rêzê nîne. Him şerekî leşkerî, psîkolojîk, ekonomîk û him şerekî taybet e. Şerê ku li cîhanê dimeşe, şerekî di hemû milan de ye û bandora xwe li ser gelê herêmê dike. Di herêmê de tirsê ava dike, psîkolojiyek ku her tim milê koçberiyê jiyan bike, ava dike. Ji bo ku gel her di nava pêlên koçberiyê de nejîn û di nava aramî û aşîtiyê de bijîn, wek hêzên YPJ'ê em ê parastina gelê xwe bikin û pêşeroja gel misoger bikin. Bi hemû hêzên xwe em ê têbikoşin û îradeya xwe xurtir bikin."
'Çeka me li hember feraseta mêr-dewlet danakeve'
Zinarîn Kobanê da zanîn ku wê tu car li hember sîstemên desthilatdariyê çeka xwe danaynin û wiha pê de çû: "Ji aliyê gelek hêzên wek HTŞ'ê, hikûmeta AKP'ê û hêzên navnetewî ve bang dikin ku em ê çeka xwe deynin an na? Di vê demê de pirsek bi vî awayî bê kirin, mirov şaşmayî dike. Em di qadekê de ne ku rojane bi êrîş, komkujî û dagirkeriyê re rûbirû dimînin. Her wiha gelê wê tê koçberkirin û demografiya wê tê guhertin. Di vê rewşê de gelo em ê çawa çekê xwe teslîm bikin? Tu niyetek me tuneye ku em çekên xwe deynin. Eger gelê me di nava rewşek aram û îstiqrarê de bijîn, wê demê dibe ku em çeka xwe deynin. Ji ber ku em wek hêza YPJ'ê ne aşiqê çek û şeran e. Lê belê rewşa niha ne bi vê rengê ye. Êriş li ser jin û civakê heye. Bi taybetî li ser jinan êriş hene. Li beramberî feraseta mêr-dewlet wê tu car çeka me danekeve."
'Sîstema yek olî û yek netewî napejirînin'
Zinarîn Kobanê diyar kir ku bingeha HTŞ'ê, Cebheta El Nusra ye û ji pêşketinan re ne vekirî ye û wiha axivî: "Piştî hatina HTŞ'ê û bidestxistina rêveberiya Sûriyê, ew îdîa dikin ku şoreş ava kiriye. Hêza ku dibêje min şoreşek ava kiriye û dixwazim sîstemek nû ava bikim, divê destpêkê zemînên muzekera û diyalogan ava bike. Her wiha her hêzek li ser vê axê dijî divê bi nasnameya xwe, xwe îfade bike. Lê hêzên ku li derdora hikûmeta Colanî îro kom bûye, tenê hêzên wî ne. Her kes dizane ku hêza HTŞ'ê ji ku derê hatiye, ew berê bi Cebhet El Nusra û El Qaîdê dihate nasîn. Ev hêz jî bi feraset û zihniyeta AKP'ê dijî, hatine perwerdekirin.
‘Em sîstema cîhadîst qebûl nakin’
Hikûmeta Tirkiyê jî ev yek bi xwe anî ziman ku ew wan perwerde dike, ji bo ku karibe hêza xwe derbasî xaka Sûriyê bike û beramberî Bakur û Rojhilatê Sûriyê şer bike. Em ji diyalogan re û naskirina îradeya gel a bi taybetî jinan re, deriyên xwe vedikin û em dikarin hin lihevkirinan jî bikin. Lê mixabin bi hatina HTŞ'ê ya li ser hikmê Sûriyê re, hemû qadên Sûriyê ketin nava şer û diyalogan qebûl nakin. HTŞ'ê hîzar li jinên Sûriyê bi hemû pêkhateyên xwe ferz kir. Em tu car qebûl nakin sîstema cîhadîst li herêmên me bên ferzkirin. Azadiya jinan li Sûriyê tê astengkirin û ew bi fikar in hember sîstema HTŞ'ê. Feraseta ku yek alî be û wekheviya her du zayendan qebûl neke, em tu car vê sîstemê napejirînin."
'Erka YPJ'ê parastina hemû jinên Sûriyê ye'
Zinarîn Kobanê diyar kir ku parastina hemû jinan erk e ku dikeve ser milên wan û got: "Hemû hêz û rêxistinên jinan ji Helebê bigre heya Hema, Hums, Suweydaa û Şamê, metirsiyên xwe li hember sîstema HTŞ'ê anîne ziman. Eger em xwedî li van metirsînan dernekevin, wek hêzên YPJ'ê em ê çawa bikaribin jiyanek adil, wekhev û azad bijîn û ava bikin? Erka dikeve ser milê me, em parastina hemû jinên Sûriyê bikin. Ev bû 14 sal ku YPJ li ser vê axê xwedî têkoşîn û berxwedaniyê ye. Em xwediyê tecrûbeya 14 salan in. Şoreşa ku em wek şoreşa jinê pênase dikin, dikare ji Sûriyeyê re, Rojhilata Navîn û hemû cîhanê re pêşengiyê bike. Îro YPJ bûye çavkaniya îlhamê ji hemû jinan re. Hêza ku xwe demkî li ser erdê Sûriyê ava kiriye, sîstemek îradeya jinê nas nake. Ji ber vê yekê her roj li ser me dagirkerî, komkujî, destdirêjiya li ser jinan tên ferzkirin."
'Bi feraseta DAIŞ’ê, HTŞ xwe li Sûriyê ava dike'
Zinarîn Kobanê destnîşan kir ku HTŞ bi feraseta DAIŞ’ê li Sûriyê tevdigere û wiha got: "Di vê demê de pêdîvî bi xwedî derketina li mafê jinan heye. Bi hemû hêzên xwe em ê têbikoşin û şer bikin. Pratîkên ku niha li ser rûyê erdê dimeşînin, ne ji rêzê ne û hemû plankirî ne. Em vegerin dîrokê; beriya çend salan şerê Wêsî li Hemayê jinek qetil kir, Ebû Hesen El Hemawî li Şamê jinek qetil kir. Ev hemû kiryar jî ji xwe re rewa dibînin û wek mafê xwe dibînin. Ji pratîkên Şengalê bigire heta Til Aran, Til Hasêl, Reqa, Mûsil û Efrînê ji xwe re rewa dibînin. Em nikarin vê sîstemê ji sîstema DAIŞ'ê qut bikin. Bi van kiryaran hikûmeta AKP'ê dixwaze feraseta DAIŞ'ê zindî bike. Ji ber vê yekê refleksên jinan li pêş in. HTŞ'ê bi rêya sîstema DAIŞ’ê li Sûriyê xwe bi rêxistin û ava dike. Eger HTŞ dixwaze ji herêmê re aramî, ewlehî û îstiqrarê ava bike, divê serî li sîstema yek olî, yek netewî, yek çandî nede û hemû pêkhateyên herêmê bi rengên wan qebûl bike."
'Rojava xwediyê tecrûbeyên 14 salan e'
Zinarîn Kobanê qala destkeftî û tecrubeyên Rêveberiya Xweser ên li herêmê kir û da zanîn ku pratîkên niha li Sûriyeyê heye, li hember tecrûbeyên Rêveberiya Xweser a 14 salan ne tiştek e. Zinarîn Kobanê destnîşan kir ku Sîstema Rêveberiya Xweser ku xwe li ser îradeya jinê bi rêxistin dike, ji hemû gelan re bûye cihê hêvî û baweriyê. Zinarîn Kobanê axaftina xwe wiha domand: “Sîstema ku bû modela demokrasî û wekheviyê, dikare di pêşeroja Sûriyê de rêveberiyê bike. Lê hêz û sîstema heyî ku dimeşînin, tu car modela demokrasiyê ji xwe napejirînin û nixwazin îradeya jinê nas bikin. Li derdora sîstema Rêveberiya Xweser hemû pêkhateyên herêmê bi reng û çanda xwe civiyan e û wê pergalê dipejirînin. Li hember sîstema Îslama radîkal û cîhadîst, gel tercîha sîstema Xweseriyê dikin û hêzên QSD'ê û YPJ'ê daxwaz dikin. Gel li Bakur û Rojhilatê Sûriyê şerê gelê şoreşgerî bê dudilî dimeşînin. Jin pêşengtiya parastina ax, enerjî û zarokên xwe dike.
'Bi felsefeya 'Jin Jiyan Azadî' emê xwedî îrade bin'
Hemû gelê me bêyî ku tirsekê bijîn li kolanan in, berê xwe didin Bendava Tişrînê û bi hemû hêzên xwe yên berxwedanê dixwazin hebûna xwe di dîrokê de nîşan bidin. Eger em destê xwe nekin yek û hevgirtina xwe ava nekin, wê her herêma me bikin hedef û mafên me bên binpêkirin. Wek hêza YPJ'ê em gelek bi şans in ku xwedî vî gelî ne û divê em hemû bi van pêvajoyên dîrokî ku em tê de qedera xwe diyar dikin bihesin. Ji bo ku em xwedî li mafên xwe derkevin û di Sûriya nû de temsîla hebûna xwe bikin. Îro li Bendava Tişrînê tevî êrîşan jî, gel rihê berxwedan û têkoşîna xwe bi rêya govend û tilîliyan zindî dike. Heya ku ev rih di nava gel de hebe, em weke YPJ, berxwedan û têkoşîna xwe xurtir dikin. Bi felsefeya 'Jin Jiyan Azadî' ku me hemû jin li derdora xwe kom kiriye, em ê di Sûriya nû de xwedî maf û îrade bin."