‘Li Tirkiyeyê navnîşana çareseriyê Îmralî ye’
Çalakiya Nobeta Parlamenterên HDP'ê yên diyar kirin ku mifteya hemû pirsgirêkên li Tirkiyeyê tê jiyîn li Îmraliyê ye, di roja 9'emîn de ye.

Enqere – Çalakiya Nobeta Parlamenterên HDP’ê yên ji bo rakirina tecrîda li ser Rêberê Gelê Kurd Abdullah Ocalan û bi parêzerên xwe re hevdîtinê bike, dane destpêkirin di roja xwe ya 9’emîn de ye.
Meşa wekîlên HDP'ê Tulay Hatîmogullari, Îmam Taşçier, Abdullah Koç, Erdal Aydemir, Ayşe Driver, Huseyîn Kaçmaz, Şevîn Coşkun û Nusrettîn Maçin ku li Deriyê Meclîs Dîkmenê li hev civiyan, li Wezareta Edaletê ji aliyê polîsan ve hat astengkirin. Li ser astengkirinê, ji aliyê Parlamenterê HDP'ê yê Amedê Îmam Taşçier ve daxuyanî hat dayîn.
‘Li gorî yasayên xwe tevbigerin’
Îmam Taşçier anî ziman ku 21 meh in agahî ji Abdullah Ocalan nayê girtin û wiha got: “Agahînegirtina ji Îmraliyê tiştek ji tecrîdkirinê wêdetir e. Parêzer û malbata Abdullah Ocalan û gelê kurd bi fikar e. 21 meh in tu kesî agahî ji birêz Ocalan negirtiye. Em vê tiştê ji îktidarê re dibêjin, li gorî yasayên xwe tevbigerin. Dema dilê we dixwaze hûn yasayan diguherînin lê dema li hesabê we nayê, hûn li Îmraliyê tecrîdê giran dikin. Yê ku di navbera salên 2013-2015’an de bi birêz Ocalan re rûnişt û li ser maseyê civiya ev îktidar bû. Piştre vê îktidarê dawî li pêvajoyê anî û siyasetmedaran tecrîd kir. Tabloya tecrîdê bêedaletî û bêhiqûqiya rejîma yek zilamî nîşan dide.”
'Ger derfet bê nasîn, dê şer biqede”
Îmam Taşçier da zanîn k udi bingeha bêhiqûqî û bêedaletiya li welat de pirsgirêka kurd heye û wiha got: “Nelson Mandela 27 sal di girtîgehê de ma. Paşê Nelson Mandela bû serokê wî welatê lê di girtîgehê de bû. Welat bi rê ve bir. Cara ewil bû ku rêveberek reşik hat ser rêveberiya wî welatî. Paşê Xelata Nobelê ya Aştiyê wergirt û bi sedan xelat wergirt. Heke îro derfet ji bo birêz Ocalan bê naskirin dê şerê li Rojhilata Navîn biqede û bi Sûriyeyê re nekeve şer. Wê êdî nekevin nava xaka Iraqê ku em jê re başûrê Kurdistanê dibêjin. Wê bi Yewnanistanê re rageşiya şer rû nede. Ji ber ku ev şer hem ji aliyê aborî hem jî ji aliyê siyasî ve Tirkiyeyê tengav dike. Dêewqas pere ji bo şer neyê xerckirin.
'Çareserî li Îmraliyê ye'
Îmam Taşçier bal kişand ser rojeva têkildarî guhertina Destûra Bingehîn û got, "Mifteya demokrasiyê li Îmraliyê ye, bi Birêz Ocalan re ye. Dema ku tecrîda li ser Ocalan hate rakirin, hevdîtinan pê re dest pê kir û mase ji nû ve hate danîn, hingî wê demokratîk li Tirkiyeyê bi cih were, Kurd jî wê li ser xaka xwe bi rengekî azad bijîn."