Li Suweyda berxwedan didome: Em azadiya ku ji me hatiye dizîn dixwazin

Çalakiyên li Suweydayê di hefteya 3’emîn de bi biryardarî didomin. Çalakvanên jin ên Suweydayê dibêjin ku ji ber mafên xwe dixwazin û armanca wan jiyana azad e, li hemberî gefên rêveberiya Şamê serî natewînin.

BÊRÎTAN SARYA

Navenda Nûçeyan- Xwepêşandanên gel ên demokratîk û aştiyane li parêzgeha Suweyda ya Sûriyeyê ku piraniya xelkê wê Durzî ne, di hefteya xwe ya 3’emîn de zêde dibin. Ji rojên destpêkê yên xwepêşandanan ve gelê Suweydayê şaxa partiya BAASê, parlamento û buroyên hikûmetê yên li Suweydayê girtin. Her wiha hikûmeta Şamê li hinek xalên leşkerî yên li parêzgehê û asayîşê, di xalên navbera firokxane û gundan de, leşkerên xwe bi cih kirine. Tevî ku hikûmeta Şamê heta niha xwe ji destwerdana xwepêşandanan dûr dixe jî jinên Suweydayê difikirin ku planeke veşartî û qirêj a Şamê heye. Ji ber ku hêzên hikûmeta Şamê bi nîşandana nerehetiya xwe bi beşdariya tund a jin û ciwanan bi riya medyaya dîjîtal hewl didin xelkê Suweydayê bitirsînin. Jinên aktîvîst ên tevli çalakiyên gel ên li Suweydayê bûne, çalakiyên gel û rola jinan a di van çalakiyan de nirxandin. Jinên çalakger diyar kirin ku şoreşa jinan a bi pêşengiya jinên Kurd û Rêveberiya Xweser a Bakur û Rojhilatê Sûriyeyê ji wan re bûye mînak.

‘Em maf û azadiya ku ji destên me hatiye girtin dixwazin’

Çalakvan Raqiya El Şaêr diyar kir ku di xwepêşandanên gel ên li Suweydayê de rola herî girîng jinan lîstiye û wiha berdewam kir: “Her wiha hejmara jinên beşdarî van çalakiyan bûne gav bi gav zêde bûye. Di van xwepêşandanan de jin cuda û rengîn bûn, hesta şoreşgerî û şaristaniyê zêde kirin. Tevlibûna jinan peyamek zelal da. Jin bi pênûs û ramanên xwe beşdarî xwepêşandanan bûn û pankartên vê xwepêşandanê bi destên xwe nivîsandin. Tevlibûna wan pêşketina wan a di qada siyasî de û pêkanîna rola wan a siyasî nîşan dide. Di dema desthilatdariya dewleta Sûriyeyê de, rola jinan di civakê de hat tepisandin û tenê bi karê malê re sînordar bûn. Weke jinên Suweydayê em niha dixwazin hemû maf û azadiyên ku di rêveberiya dewleta Sûriyeyê de ji wan hatine dizîn, vegerînin. Weke jin heta ku mafên me yên di civak û siyasetê de bi awayekî fermî bên qebûlkirin em ê têbikoşin. Beşdarbûn û helwesta jinên Suweydayê di van xwepêşandanan de nîşan dide ku jinên Sûriyeyê biryar dane bi erka xwe rabin û bibin xwedî mîsyon.”

'Jinên Kurd ji bo me bûn mînak'

Raqiya El Şaêr diyar kir ku weke jinên ji Suweydayê ji şoreşa jinan a bi pêşengiya jinên Kurd li Bakur û Rojhilatê Sûriyeyê bi bandor bune û got: “Jinên Kurd ji hemû jinan re bûne mînak. Her wiha hêza xwe, yanî hêza jinan nîşan dan. Bi pêkanînên xwe nîşan dan ku jin dikarin şer bikin û bi bilindkirina çekan mafên xwe bi dest bixin. Jinên Kurd ev yek kirin, li dijî mêr û koletiyê şer kirin. Tevî hemû şert û mercani jin dikarin rola xwe ya mînak bi cih bînin. Em hemû jinên Kurd û hêza wan silav dikin. Dîsa em hemû jinên ku xwedî wê hêzê ne dikarin welatekî bi rê ve bibin silav dikin.”

‘Dê neviyên Zenûbiya li dijî koletiyê serî netewînin’

Raqiya El Şaêr got: “Peyama me ji hemû jinên Sûriyeyê re ev e: Em neviyên Zenûbiya ne, rastiya dîrok, şaristanî, hêz û jinên Sûriyeyê nîşanî hemû jinên cîhanê daye. Jin dikarin dewlet û civakê birêve bibin û di heman demê de şaristaniyê biafirînin. Cihê we ne tenê li gel mal û malbatê ye, hûn dikarin welatekî birêve bibin. Dema ku azadiya me pêk hat, em ê rol û mîsyona xwe bigrin ser xwe û êdî li dijî koletiyê serî netewînin.”

Banga hevgirtina bi Suweydayê re

Endama Nivîsgeha Navxweyî ya Karûbarên Jinan a Partiya Lîwa ya Sûriyeyê Raqiya El Şaêr herî dawî bal kişand ku hikûmeta Şamê leşkerên xwe ji gelek xalên leşkerî û asayîşa Suweydayê vekişandine û got: “Ev vekişandin û sedemên wê hîn veşartî ne. Ev gaveke xeternak e. Em sîstem û siyaseta rejîmê ji berê ve dizanin.” Raqiya El Şaêr bang li her kesê kir ku bi jin û gelê Suweydayê yên di çalakiyê de re bibin yek.

‘Gefên rejîmê nikarin gavan bi me paşve bidin avêtin’

Jineke din a çalakvan jî bal kişand ku xwepêşandan mezintir dibin û got: “Rejîm destêwerdanê di xwepêşandanan de nake lê bi berdewamî hewl dide wan li ser torên civakî û înternetê bitirsîne. Tevlibûna jin û ciwanan a çalakiyan pir zêde ye. Rejîm ji vê rewşê pir aciz e. Ji ber vê yekê li ser facebookê gefên cidî dixwe. Propagandaya wê dike ku DAIŞ careke din êrîşî Suweydayê bike. Em rejîmê baş nas dikin. Dîsa weke Tîrmeha 2018’an dibe ku êrîşeke DAIŞ’ê organîze bikin û hewl bidin vîna me bişkînin. Lê em bi biryar in û em ê çalakiyên xwe bidomînin. Ji ber ku azadiya me, gelên me û jiyana me hemûyan ji me dizîn. Em azadî û demokrasiyê ji bo xwe û hemû gel û jinên Sûriyeyê dixwazin.”

‘Ji bêedaletî û zilmê re êdî bes e’

Ji çalakvanên Suweydayê Hemsa Xanim jî diyar kir ku gelê Sûriyeyê 13 sal in bi zext, êş, feqîrî, heqaret û zehmetiyan re rû bi rû maye û wiha berdewam kir: “Sûriye ku bûye yek ji xizantirîn welatên cîhanê û mûçeyên wê ji 14 dolaran derbas nabe, di warê aborî û çavkaniyên xwezayî de jî di nava welatên herî dewlemend ên cîhanê de ye. Ev rejîmeke zalim û dîktator e. Li cîhanê welatek heye ku hemwelatiyên wî bi 14 dolaran bixebitin? Ev bêedaletî û zilm e.”

Hemsa Xanim bal kişand ku jinên Sûriyeyê 13 sal in di bin şert û mercên herî dijwar ên mirovî û civakî de neçar mane ku bijîn û bi dayîna berdêlên giran ji bo parastina zarok û malbatên xwe barê şerekî hovane hilgirtine ser milê xwe û got: “Îro li Sûriyeyê bi hezaran jin hene ku hevjîn, malbatên xwe winda kirine yan jî bi xwe winda bûne. Jinên me li kampên welatên ku lê penaber in di bin şert û mercên herî dijwar û îstîmarê de dijîn. Îro jin li Sûriyeyê di bin sînorê hejariyê de dijîn, ji maf û qanûneke ku tevkariyê li parastina mafên wan dike bêpar in. Piştî van salên bi êş, Sûriyeyî êdî nikaribûn van şert û mercan ragirin."

‘Çalakî bi daxwazên rewa tên pêşxistin’

Xemsa Xanim diyar kir ku gelê Suweydayê li dijî neheqî û kedxwariyê dest bi çalakiya xwe kiriye û got: “Roj bi roj şert û merc xirabtir dibin. Bi taybetî xizanî, polîtîkaya koçberiyê, belavkirina narkotîkê, çete, revandin, dizî û hwd. ji ber van sedeman şert û mercên Suweydayê hîn zortir in. Gel ji van çeteyên hov re got ‘êdî bes e.’ Li dijî neheqî û kedxwariyê dest bi tevger û xwepêşandanek kir. Xwepêşandanên mezheban 2 hefte ne bênavber didomin. Xwepêşander xwedî daxwazên rewa ne. Di van de rûxandina rejîmê û cîbicîkirina zagona jimara 2254 ku temînata jiyana Sûriyeyiyan e heye. Dewleteke ku cudahiyê naxe navbera xwepêşanderan, laîk, sivîl, etnîkî û mezhebî. Di meşê de pankartên ji bo bicihanîna qanûna jimara 2254, berdana girtiyan û vekirina derî li gel Urdunê hatin hilgirtin. Dîsa ala baweriya Durzî hat hilgirtin. Ji ber ku Buda mezhebperest bû nehat çêkirin. Ji ber ku ev al bi pênc rengên xwe sembola çandeke bilind e, xwepêşanderan ev al bilind kirin. Ev ala li kêleka ala şoreşê hat hilgirtin. Tevgera li Suweyda bêveger hat destpêkirin.”

‘Jinên ji Suweydayê li dijî dagirkeriya Osmanî û mêtingeriya Fransayê jî li ber xwe dabûn’

Xemsa Xanim destnîşan kir ku ne tenê mêr û ciwan, kal, pîr, zarok û jin jî tevî hemû zehmetiyan bi hemû hêza xwe beşdarî xwepêşandanên gel bûn û got: “Dîrokeke jinên Suweydayê heye. Neviyên Zenûbiya beşdarî şerê li dijî dagirkeriya Osmanî û mêtingeriya Fransayê bûn. Di tevahiya xwepêşandanan de tu talan, dizî û revandin çênebû. Ji ber ku armanca xwepêşandêran demokrasî û azadî ye. Rengê jinan li çalakiyên me yên niha serdest e. Jin bi rengekî li gorî dîroka xwe beşdarî xwepêşandanan dibin. Jinên Suweydayê dixwazin êş û azarên hemû jinên Sûriyeyê bi dawî bibin, maf û azadiya wan dixwazin.”

‘Xwişkên me yên Kurd sembola wêrekî û hêzê ne’

Xemsa Xanim diyar kir ku ew dixwazin Suweyda jî weke rêveberiya xweser li Bakur û Rojhilatê Sûriyeyê bibe xwedî rêveberiyeke serbixwe û di dawiyê de wiha got: “Ji ber ku em vê ezmûnê serkeftî dibînin û em ji xwe re mînak digrin. Her jina li Suweydayê xwişkên xwe yên Kurd di her astê de nimûneya wêrekî, hêz û xwenasînê dibîne. Silav ji xwişk û birayên me û jinên Kurd ên li Bakur Rojhilatê Sûriyeyê re. Werin em bi hev re ji bo jinavbirina rejîm û gendeliyên li welatê xwe têbikoşin û Sûriyeyê ji her cure bêedaletiyê rizgar bikin, da ku em li Sûriyeyê bi awayekî sivîl û azad bijîn.”