Di asta cîhanê de Zêdebûna bûyerên Covid-19

Rêxistina Tenduristiyê ya Cîhanê (WHO) ragihand ku li seranserê cîhanê di heyama 28 rojan de zêdetirî 1,4 mîlyon bûyerên nû yên Covid-19 hatine ragihandin.

Navenda Nûçeyan- Rêxistina Tenduristiyê ya Cîhanê rapora xwe ya nûjenkirina epîdemîolojîk eşkere kir. Li gorî vê, di heyama 28 rojan de ji 3’ê Tîrmehê heta 27’ê Tebaxê zêdetirî 1,4 mîlyon bûyerên nû yên Covid-19 û zêdetirî 1,800 mirina ji Covid-19 hatine ragihandin.

Li gorî heyama 28 rojên berê, hat diyarkirin ku ji sedî 38 zêdebûne û rêjeya mirinê jî ji sedî 50 kêm bûye. Tê gotin ku bûyerên hatine ragihandin ji ber kêmbûna ceribandin û raporkirina gerdûnî rêjeyên enfeksiyonê rast nîşan nadin.

Li gorî daneyên WHO, li tevahiya cîhanê zêdetirî 770 mîlyon bûyerên Covid-19 û 6 mîlyon 956 hezar mirina ji ber şewba koronayê hatine ragihandin.