Jinên ciwan ên enternasyonalîst: Li Mexmûrê pergala alternatîf heye

Şandeyek ku ji ciwanên enternasyonalîst ên navneteweyî pêk tê di 14’ê Tebaxê de serdana Wargeha Penaberan a Şehîd Rustem Cûdî Mexmûrê kir. Ciwanên enternasyonalîst diyar kirin ku li wargehê li dijî sîstema modernîteya kapîtalîst pergalek alternatîf heye.

BERJÎN KARA

Mexmûr - Şandeyek ji ciwanên enternasyonalîst ên navneteweyî pêk tê di 14’ê Tebaxê de serdana wargeha penaberan a Şehîd Rustem Cûdî ya Mexmûrê kir. Ciwanên ku ji welatên Îtalya, Yewnanistan, Elmanya, Fransa û Katalonyayê pêk dihatin, di serdana xwe de li hemû saziyên jin, ciwan û saziyên din ên wargehê geriyan. Di dema serdanên xwe yên saziyan de bi baldarî û meraqek mezin xebatên rêxistinkirina jin, ciwan û beşên din ên civakê yên li wargehê şopandin. Armanca wan a hatina wargehê naskirina xebatên jin û ciwanan, civakbûna wargehê, paradîgmaya Rêberê Gelê Kurd Abdullan Ocalan a hatiye rûniştandin, pîvan û exlaqê ku di nava civakê de rûniştiye bû. Ciwanên enternasyonalîst diyar kirin ku piştî ji wargehê vegeriyan welatên xwe wê der barê wargehê de broşûrek amede bikin.

‘Li vir alternatîfek li hemberî sîstema desthilatdar heye’

Karla Kamîla ya ku ji welatê Îtalyayê berê xwe daye wargeha Mexmûrê diyar kir ku ew bi taybetî ji bo were wargehê ji welatê xwe derketiye rê û got: “Min dizanibû ku li Mexmûrê civak xwe bi riyekê cuda bi rêxistin dike û dizanibûm ku li vir alternatîfek li hemberî sîstema desthilatdar heye. Ji bo vê min xwest ez werim wargehê bibînim.

‘Rêya wan riya wekhevî û edaletê ye’

Karla Kamîla ku ji Îtalyayê hat di axaftinên xwe de bal kişand ser pîvanên exlaqî yên ku di nava civakê de hatine rûniştandin û wiha got: “Tiştên ku min herî zêde bi bandor kir ew bû ku li vir her kes li gorî pîvan tevdigere û bingeha van pîvanan exlaqê komînal e. Ferq nake ew çi karî dikin, wek mînak endamên komîteya perwerdeyê bin an jî yên komîteya tendirustiyê bin, li gor wan hemû pîvanên wekhev dişopînin û wisa civak riya xwe berdewam dike, ev rê jî riyeke bi wekhevî û edalet e.”

‘Li ruxmê her tiştê xelkê wargehê li ber xwe dide’

Karla Kamîla destnîşan kir ku hemû welatên cîhan li hemberî bûyerên ku li wargehê diqewimin bêdeng in û naxwazin were zanîn ku li wir çi diqewime û got: “Ez bawer im hikumet û NY vê dozê paşguh dikin û rewşeke ku çareseriya vê pir zehmet e heye. Li gorî min cîhan bêdeng dimîne, ji ber ku kes naxwaze belav bike ka çi li vir diqewime û wek mînak jî ragihandina cîhanê. Lê belê di vê kampê de ev bi salan e gel di nava koçberiyê de ne û tên bindestkirin lê ruxmê vê jî li ber xwe didin. Ruxmê ku hikumet û NY divê alîkar bin, wan tenê hiştine lê xelkê wargehê dikare li ber xwe bide. Ew dikarin bi xwe jiyana xwe bidomînin û wek niha dikarin hemû pirsgirêkên xwe bi xwe çareser bikin.”

Karla Kamîla da zanîn ku li wargehê di aliyê azadiya jinan de xebatên pir giranbuha tên meşandin û wiha domand: “Hemû jinên ciwan ên li cîhanê divê derfet bibînin û wek rûmet bibînin jinên ciwanên li vir nas bikin. Ji ber ku li vir bi rastî jî pêşketinekî di aliyê rizgarkirina jinan de li hemberî sîstema heyî ya baviksalarî û ya zilamê serdest heye. Ez hevîdar im her jinek di pêşerojê de şans bibîne ji bo wan jinan nas bike, bi hev re kar bike û bi hev re azad bibe.”

‘Li wargeha Mexmûr ruhekî mezin ê komînal heye’

Mara Mayer ku ew jî ji Elmanyayê tevî şandeyê serdana wageha Mexmûrê kir di destpêka axaftina xwe de qala îdeolojiya li wargehê hatiye rûniştandin kir û wiha bilêv kir: “Dema ku min vê îdeolojiyê nas kir min xwest ez bibînim çawa pêk tê, çawa civak hat avakirin, çawa civak bi hev re dijî û çawa paradîgmaya Rêber Apo jiyanî dikin. Min bi rastî jî meraq kir pergaleke çawa ye ferq û cudahiya wê çi ye. Min bawer kir ku ruhekî mezin ê komînal heye. Min pir dixwest ez bibînim rola jinan di nava civakê de çi ye û wek ciwanek min xwest bibînim çawa ciwanên wargehê xwe bi rêxistin dikin. Ciwan çi dikin, çi nîqaş dikin, çi xeyal dikin û çi armanc dane pêşiya xwe ji bo derbaskirina modernîteya kapîtalîst?”

‘Li wargehê nasnameyeke siyasî jî heye ku ev tiştekî pir bihêz e’

Mara Mayer tiştên ku li wargehê li ser wê bandor kiriye wiha anî ziman: “Pir tişt hebûn ku min bi bandor kirin û hişt ez lêhûrbûn bikim li ser tiştên ku beriya ez werim vir ez difikirîm. Bi taybetî kar û xebatên jinan, li ser min bandor çêkirin, ev kar berfireh û perspektîfa jinan li Mexmûrê xwe nîşan da. Kar û xebatên çand û hunerê hene ku min niha fêm kir pir girîng e ji bo avakirina ruhekî komînal û nasnameya komînal ji bo avakirina civakek e. Ji dervey vê ciwanên ku bi ruhekî azad bi hev re dijîn min pir bi bandor kir. Enerjiya wan a heyî çawa vekirî mane hem li hemberî cîhanê hem jî me. Nasnameyeke siyasî jî heye ev tiştekî pir bihêz e û xwedî analîzeke pir kûr e.”

‘Mexmûr li hemberî modernîteya kapîtalîst temsîliyeta sîstema alternatîf dike’

Mara Mayer bi van gotinan dawî li axaftina xwe anî: “Divê em hemû li wargeha Mexmûrê mêze bikin û Mexmûr û bibînin dixwaze çi nîşanî me bide. Divê em fêr bibin çawa Mexmûr li hemberî modernîteya kapîtalîst temsîla sîstema alternatîf e û ji xwe re bigrin ji bo ku em pergala modernîteya kapîtalîst têk bibin û tola xwe ji sîstema baviksalar bigrin.”