Dayikên Şemiyê yên ku hatibûn binçavkirin hatin berdan

32 kesên ku di çalakiya Dayikên Şemiyê ya 2'ê Îlonê de hatibûn binçavkirin, hatin berdan.

Stenbol- 32 kesên ku di çalakiya Dayikên/Mirovên Şemiyê dixwestin di 2'ê Îlonê de li Qada Galatasarayê ya Stenbolê pêk bînin de bi kelepçeyan hatin girtin, piştî îfadeya li midûriyeta polîsan, ji bo kontrolkirina tenduristiyê sewqî nexweşxaneyê hatin kirin û piştî kontrolê hatin berdan.

Dayikên Şemiyê yên bi riya hesabên xwe yên medyaya dîjîtal berdana kesên hatine girtin ragihandin, wiha gotin: "Em ji bo ku şerma windakirina di bin çavan de ji holê rakin, dest ji têkoşîna xwe bernadin.”

Navê kesên hatin berdan wiha ye: “Hanîfe Yildiz, Masîde Ocak, Mikaîl Kirbayir, Besna Tosun, Alî Tosun, Alî Ocak, Gulseren Yolerî, Leman Yurtsever, Îsmaîl Yucel, Hasan Karakoç, Hatîce Onaran, Davut Arslan, Begalî Kurnaz, Taylan Bekîn, Dogan Ozkan, Huseyîn Aygul, Salim Derelîoglu, Fatma Akaltun, Dogu Kaan Uçan, Roza Kahya, Semîha Ari, Evrîm Şerifoglu, Nazim Dîkbaş, Asli Tokanay, Omer Kavran, Esra Yilmaz, Denîz Aytaç, Mete Demîrcîgîl, Ruya Kurtuluş, Alî Şahîn, Funda Şahîn û Perîhan Denîz.”