Li Sûriyeyê di 8 mehan de 249 kes bi bermahiyên şer mirin
Li gorî daneyên SOHR’ê, ji destpêka salê heya Îlonê li Sûriyeyê ji ber teqemenî û mayînên şer 249 kesan jiyana xwe ji dest dane û 388 kes jî birîndar bûne ku piraniya wan zarok û mêr in.
Navenda Nûçeyan – Li Sûriyeyê xetere û metirsiyên li ser jiyana sivîlan zêde dibin; bi taybetî jî ji ber bermahiyên şer ên ku ji bo kesên li bajar û gundan dijîn bûne gefeke mezin. Mayîn û teqemeniyên şer heya roja îro jî jiyana mirovan distînin û bedena wan seqet dikin. Di heman demê de, rayedarên herêmî ji bo kontrolkirina vê xeterê têdikoşin lê ev rewş tevgera sivîlan sînordar dike û krîza mirovî girantir dike.
SOHR: 249 kes mirin û 388 kes jî birîndar bûn
Li gorî Navenda Çavdêriya Mafên Mirovan a Sûriyeyê (SOHR), ji destpêka salê ve heta destpêka Îlonê, teqemeniyên şer bûne sedema mirina 249 kesan li Sûriyeyê; di navbera wan de 148 mêr, 92 zarok û 9 jin hene. Her wiha 388 kes birîndar bûn ku di nav wan de jî 233 mêr, 143 zarok û 12 jin hene.
Çavdêriyê her wiha destnîşan kir ku piraniya wan kesan li deverên di bin kontrola hikûmeta demkî ya Sûriyeyê de ne. Li van herêman 249 bûyer qewimîne û di encamê de 228 kes mirine û 368 kes jî birîndar bûne.
Li gorî vê yekê, di nava kesên mirî de 135 mêr di nav de 3 nêçîrvanên tirûfê, 85 zarok û 8 jin. Her wiha di nava kesên birîndar de jî 220 mêr di nav de 7 nêçîrvanên tirûfê, 136 zarok û 12 jin.
Her wiha li herêmên Rêveberiya Xweser jî ev teqemenî bûn sedema mirina 21 kesan 13 mêr, 7 zarok û jinek û birîndarbûna 20 kesan 12 mêr, 7 zarok û jinek.