Rêxistinên mafên jinan û mirovan: Serhildana“Jin Jiyan Azadî”xala werçerxê ye

Bi nêzîkbûna salvegera 5’emîn a serhildana“Jin Jiyan Azadî”re, gelek rêxistin û saziyên mafên jinan û mirovan bi daxuyaniyeke hevpar diyar kirin ku tevgerê tabûyên demdirêj şikandine û tekezî li ser girîngiya hevgirtina jinan kirin.

Navenda Nûçeyan – Bi nêzîkbûna 5’emîn salvegera serhildana şoreşgerî ya“Jin Jiyan Azadî”re, hejmareke rêxistin û saziyên mafên jin û mirovan daxuyaniyek weşandin. Di daxuyaniyê de tekezî li ser berdewamiya berxwedana civakî û girîngiya hevgirtina di navbera jin û komên cuda de hate kirin. Kesên ku daxuyanî îmze kirin, serhildana “Jin Jiyan Azadî” wekî xaleke werçerxê ya di pêşketinên siyasî û civakî de hesibandin û destnîşan kirin ku ev serhildana şoreşgerî kariye mijarên wekî azadî, rûmeta mirovan û mafên jinan bike beşeke girîng a daxwazên civakî.

Her wiha di daxuyaniyê de hat destnîşankirin ku guhertinên di hişmendiya civakî de tabûyên demdirêj ên li ser jin û komên marjînalîzekirî pirsîne û wiha hat domandin: “Nîşan dane ku guhertineke domdar, dadperwer û demokratîk bêyî naskirina mafên jinan û têkoşîna li dijî cudakariyê, ne pêkan e.”

Hevgirtina jinan: Yek ji serkeftinên serhildana şoreşgerî ye

Rêxistinên îmzevan diyar kirin ku avakirina hevgirtinc di nav jinên ji paşxaneyên etnîkî û neteweyî yên cûda de, yek ji serkeftinên herî girîng ên serhildana “Jin Jiyan Azadî” ye. Ew bawer dikin ku hevgirtina daxwazên cuda di vê tevgerê de, cihêrengiya civakî kiriye yek ji çavkaniyên wê yên herî mezin ên hêzê.

Di beşeke din a daxuyaniyê de behsa çar salên ku ji destpêka vê serhildana şoreşgerî derbas bûne tê kirin û tê ziman ku “Jin Jiyan Azadî” sembola hevgirtin, wêrekî û hişmendiya civakî dimîne û komên cuda dike yek.

Gisou û Dara Berûyê: Semboleke nû derket holê

Îmzevanan her wiha kombînasyona “Gisou bi pelên dara berûyê hatiye hunandin” wekî sembolekî hevpar ê qonaxa niha ya têkoşîna xwe ragihandin.

Di şirovekirina vê sembolê de tê gotin ku tevna vekirî azadî û wêrekiyê temsîl dike, tevna pêçayî hevgirtin û rêxistinê temsîl dike û dara berûyê jî berxwedan û kokbûnê temsîl dike. Li gorî van rêxistinan, kombînasyona van hêmanan girêdana têkoşîna rizgariya jinan bi dîrok, nasname û rêxistina civakî ve tekez dike; ev kok li hemberî zilm û zordariyê mezin dibin û berdewam dikin.

Rêxistin û tevgerên ku daxuyanî weşandin

Daxuyaniya ku bi dirûşmeya “Jin Jiyan Azadî” hatiye weşandin, ji aliyê gelek rêxistin û komên mafên jin û mirovan ve hatiye îmzekirin. Di nav îmzevanan de ev sazî hene: “Komeleya Jinên Azad ên Kurdistanê (KJAR), Platforma Jinên Demokratîk a Navneteweyî, Rêxistina Şivar a Belûcistanê, Akademiya Jîna, Meclîsa Jinan a Partiya Jiyana Azad a Kurdistanê (PJAK), Rêxistina Alîkariya Jinên Kurd, Fraksiyona Jinan a Kongreya Azadiyê, Konseya Şoreşger a Jinan, Tora Azadiyê, Enstîtuya Roîsh, Kolektîfa Azadiya Genes Life li Îtalyayê, Komîteya Jinan a Partiya Demokrat a Xiristiyan a Îranê, Kolektîfa Hevkariyê ya li Kolnê, rêxistina "Ji Tabuyê re na, ji Tundiya li dijî Jinan re na", û kampanyaya "Ji Darvekirinê re na, ji Jiyana Azad re erê.”