Li Îranê qeyrana avê didome: Li 58 bajaran stresa ava vexwarinê tê jiyîn
Tevî nîşanên başbûnê yên di rewşa çavkaniyên avê de jî, li hin herêmên Îranê qeyrana kêmbûna avê berdewam dike û zextên li ser çavkaniyên dabînkirina avê zêde dibin.
Navenda Nûçeyan – Başbûna qismî ya rewşa bendavan li seranserê welat, hêj fikarên li ser qeyrana avê sivik nekiriye. Rezerva giştî ya bendavan li Îranê, gihîşt nêzî 27.35 milyar metrekupî û ji sedî 53 yê kapasîteya wan tijî bû. Sala borî, di heman demê de ev mîqdar nêzî 20.4 milyar metrekupî bû.
Lê belê, rewş di navbera herêman de diguhere. Rezerva Bendava Zayandeh Rud a li Îsfehanê, ji 268 milyon metrekupî gihîşt ji sedî 20 ê kapasîteya xwe. Di saniyeyê de 12.5 metrekup av dikeve bendavê û 79.8 metrekup derdikeve. Rezerva stratejîk a herî kêm a bendavê jî di dawiya sala avê de 236 milyon metrekup e.
Meşhed: Rezerv di bin ji sedî 3 de ne
Rezervên avê yên li çar bendavên sereke yên Meşhedê, daketin ji sedî 3 ê. Tê gotin ku bi qasî 35 milyon metrekup av maye û derxistina avê ji Bendava Torgh hatiye rawestandin. Beşek mezin a pêdiviyên avê yên bajêr, ji çavkaniyên ava binê erdê tê dabînkirin.
Kirman: Di rezerveyan de başbûn, li ser ava binê erdê zext
Li Kirmanê, rezerveyên bendavê gihîştin 238 milyon metrekupî, ango gihîştin ji sedî 37 ê kapasîteyê. Barana li parêzgehê jî wekî 168 mm hat ragihandin. Ev mîqdar, ji navîniya salane ya 129 mm jortir e. Tevî vê başbûnê jî, rayedar tekez dikin ku pêwîste çavkaniyên ava binê erdê baş werin rêvebirin.
Li seranserê welat, 58 bajarên li 12 parêzgehan hêj pirsgirêka ava vexwarinê dijîn û li van deran baran kêm bûye. Tehran, Qum, Markazî, Yezd, Semnan, Îsfehan, Sîstan û Belûcistan, Qezvîn, Alborz, Mazenderan, Rezavî Xorasan û Çaharmehal û Bextiyarî di nava herêmên ku zexta avê dijîn de ne.
Tevî zêdebûna rezerveyên bendavan jî, qeyrana avê bi dawî nebûye. Zexta li ser ava binê erdê û newekheviyên herêmî berdewam dikin.