Li Sûdanê zarok du car travmayê dijîn: Destdirêjî û bêdengiya malbatan
Rêxistina Parastina Zarokan ragihand ku li Sûdanê hinek malbat zarokên xwe yên keç ku rastî destdirêjiya Hêzên Piştvaniya Lezgîn hatine, qebûl nakin. Malbat ji ber tirsa ‘şerma civakî’ xwedî li zarokên xwe dernakevin.

EYA IBRAHÎM
Sûdan – Li Sûdanê di bin siyasa şerê didome de, zarok û keçên biçûk rastî binpêkirinên giran tên. Jiyana van zarokên ku di nava qada tundî, tecawîz û çeka bi zorê de asê mane û siberoja wan di bin gefê de ye. Rêxistina Parastina Zarokan jî wek xeta parastina mirovî dikeve dewrê, mexdûran hembêz dike û hewl dide desteka derûnî û civakî bide.
Keç di temenê zarokî de rastî sosretan tên
Rayedara rêxistinê Izdihar Omer, diyar kir ku hinek keçên biçûk piştî ku rastî tecawîzê hatine, ji ber ku ji bertekên malbatê û civakê ditirsin, ji malê reviyane û wiha got: “Rêxistin ji keçên ku ji 18 salî biçûktir in, daxwaza kurtajê dike. Lê belê di hinek rewşan de ji ber dereng bi ducanîbûnê tê hesîn, mudaxeleya tibî ne mumkîn e û ev keç neçar dimînin zarok bînin. Keçên ku naxwazin wan zarokan xwedî bikin, radestî saziyên xizmetên civakê dikin û ji ber sedemên tecawîz û qutbûna ji malbatê, ev keç travmayên du alî dijîn, ji ber vê jî em desteka derûnî û civakî didin. Di heman demê de bi projeyên biçûk desteka aborî jî pêşkêş dikin.”
Izdihar Omer anî ziman ku rêxistin, bûyerên kurtajê jî dişopîne û desteka psîkososyal dide û got: “Kar û barê kurtajê ancax piştî ku serlêdana fermî hatî kirin û bûyera tecawîzê hate piştrastkirin, tê encamdan.”
Zarokên Darfurê; di nava êş û hêviyê de
Izdihar Omer diyar kir ku di dema şeran de zarok xeteriyên mezin dijîn û got: “Ên ku malbatên xwe winda kirine, rastî tundî û nexweşiyan hatine, bi piranî ji herêma Darfur a li Rojavayê Sûdanê hatine. Li hemberî vê rêxistin li herêmê bi şax û qadên ewle, ji bo zarokan bi navendên qebûlê destekê pêşkêş dike. Rêxistin piştî ku zarokan qebûl dikin, wan qeyd dikin, ên ku malbatên xwe winda kirine tên tesbîtkirin û rewşa wan a derûnî û civakî dinirxînin. Piştre desteka cil, perwerde û derfeta domandina dibistanê pêk tînin. Ji bo kêmkirina travmayên ku zarok dijîn ji bo dibistanan lîstok û çalakî li dar dixin. Ev bername bi navê ‘Mekana’ tê zanîn û hedef dike ku hemû zarokan bigre nava xwe. Di heman demê de bi riya tîmên lêkolînerên civakî, hewl tê dayîn ku zarok malbatên xwe bibînin û cardin bînin ba hev.”
Ji bo rizgarkirina zarokan planên mirovî
Izdihar Omer destnîşan kir ku 25 zarok birîndar bûne, revandina zarokan û bi zorê çekdayîna zarokên di bin temenê 18 salî de jî tesbît kirine û wiha got: “Tevî hinek malbat dizanin zarokên wan li kuderê ne, ji ber ji Hêzên Piştevaniya Lezgîn ditirsin nikarin xwe bighîninê. Bûyerên ku zarokên wan li ber çavên wan kuştine hatine jiyîn.” Izdihar Omer asta trajediya gelê sivîl dijî raxist ber çavan.
Projeyên desetekdayînê
Izdihar Omer têkildarî planên siberojê wiha got: “Ji bo zarokên bi zorê çek girtine wê bernameyên destekê psîkososyal destpê bikin, hedefa me ew e ku zarokên ku di dema dibistanê de, vegerînin dibistanan. Ji bo zarokên ku ji malbatên xwe qut bûne wan bi civakê bidin qezenckirin projeyên perwerdeyên pîşeyî û bernameyên destek didin malbatan em plan dikin. Di heman demê de ji bo keçên mexdûrên tecawîzê wê xizmetên tedawî bidomînin.”
Bang li malbatan
Izdihar Omer bang li malbatan kir ku têkiliyek xwe dispêre ewlehî û dostaniyê bi zarokên xwere deynin û wiha pê de çû: “Ev ji bo ku zarok bê tirs tiştên ku hatine serê wan parve bikin, jiyanî ye. Rêxistinê bûyerên tecawîzê yên li dijî zarokên di temenê 9-10 salî de ragihandiye, piraniya van zarokan tiştên jiyan kirine ji malbata xwe re negotine, agahî ji çavkaniyên cûda gihîştine wan.”
Herî dawî Izdihar Omer destnîşan kir ku divê tecawîz weke şerm neyê dîtin û got: “Li welat şertên zor û şerê didome, zarok rûbirûyî vê binpêkirinê hiştine. Malbat ji bo parastina mafê van zarokan û pêkanîn desteka pêwîst a dayîna wan, divê her bûyerê demildest ragihîne.”